Keçika 11 salî bi cezayê dardekirinê tê darizandin

Keçika 11 salî bi cezayê dardekirinê tê darizandin

Li Pakîstanê keçika 11 salî ya Xiristiyan ku tê gotin ku kaxizên parçeyê Quranê û nivîsên erebî li ser in şewitandiye, bi cezayê dardekirinê tê darizandin.

Keçika 11 salî ya bi navê Rîfta Mesîh ku li bajarê Mehrabadî zarokek malbata xiristiyane , roja pêncşema borî ji aliyê polîsên Pakîstanê ve hate binçavkirin. Keçik bi şewitandina parçeyên Quranê ya li mala wan tê sûcdarkirin.

Tê gotin ku keçika biçûk Mesîh li mala xwe hin kaxizên ku li ser nivîsên erebî hene şewitandiye. Ji ber vê îfadeyê muslimanên li Mehrabadî dijîn daketin kolanan û xwepêşendanên prostestoyî pêk anîne

Ji ber aloziya li herêmê pêk hat hemû xiristiyan neçar man koçber bibin, lê Mesîha biçûk hêj di bin çavan de ye. Rayedarên Pakîstanê der barê mijarê de daxuyanî dan û diyar kirin ku sûcdariyê lê keçikê tên kirin di çarçoveya rêbazên olî de tên nirxandin û got dê bi cezayê dardekirinê bê darizandin.

Civaka Xiristiyan diyar kirin ku ev bûyer li dijî wan komployek e. Her wiha lîderên Misilmanna jî xwestin Xiristiyan hemû herêmê heta 1’ê îlonê terk bike.