Keça Kurd Seyran Papo bû hevserok

Keça Kurd Seyran Papo bû hevserok

Siyasetmedara Kurd a ciwan Seyran Papo, ku di hilbijartinên herêmî de bibû nanzmeda eyaletê ya Partiya Çepgir, bû Hevseroka Eyaleta Schleswig-Holstein a Almanyayê.

Papo di hilbijartinên di meha gulanê de li Almanyayê pêk hatin de, ji Partiya Çepgir namzeda ku benda hilbijartinê ya ji sedî 5 derbas kir. Papo di kongreya partiya xwe de ji bo hevserokatiya partiyê ya eyaletê hat pêşniyarkirin û bi piraniya dengan hat hilbijartin.

Papo tevî Hakî Detlef bûn hevserok. Papo di daxuyaniya da rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de diyar kir ku ew di ferqa berpisyartiyên xwe de ye û ragihand ku ew hemû enerjiya xwe ji bo partiya xwe bi kar bîne. Papo destnîşan kir ku armanca wan a ji niha û pêve ew e ku bikevin meclîsa eyaletê.

Keça Kurd Seyran Papo destnîşan kir ku Partiya Çepgir li hemberî Kurdan bihîstyar e û xwest ku Kurd piştigriyê bidin partiya wê.

Seyran Papo demek dirêj serokatiya Baskê Ciwanan a Partiya Çepgir kir û piştre jî bû hevseroka partiya ya eyaletê. Ev yek bi dilxweşî ji aliyê Kurdistaniyan ve hat pêşwazîkirin.