KBDH’ê şehîdên jin ên meha Çileyê bi bîr anî

Konseya Giştî ya KBDH’ê şehîdên jin ên di meha Çileyê de şehîd bûne, bi bîr anî.

Konseya Giştî ya KBDH’ê bi daxuyaniyeke nivîskî şehîdên jin ên di meha Çileyê de şehîd bûne, bi bîr anî.

Di daxuyaniya KBDH’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di meha Çileyê de şehîdên me yên jin bi helwesta xwe ya li hemberî mirinê, hêvî û wateyeke mezintir didin pêşeroja me. Em bi rêzdarî şehîdên jin ên meha Çileyê bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna wan a şoreşê bidomînin.

Di meha Çileyê de ji Rosa Luksembûrgan heta Maral Yakar, li Parîsê Sara, Rojbîn û Ronahî, li Silopî Sêvê, Pakîze û Fatma bi deh hezaran şehîdên me yên heqîqetê hene. Her jina şoreşger, yek ji gava pîroz a heqîqeta azadiya jinê ye. Ev cesaret û berxwedan hêvî daye têkoşîna jinan. Em KBDH’ê em ê her tim li ser xeta van rêhevalên xwe yên jin bin.

Şoreşa Rojava şoreşa jinan e û ji ber vê jî di qada navneteweyî de êrîşî vê şoreşê tê kirin. Ji her netewe û temenan jinan berê xwe dane şoreşa Rojava û pergala xwe ya azadiyê ava dikin. Ji ber jî pergala mêrserwer êrîşî vê şoreşê dike. Di 9’ê Cotmeha 2019’an de dewleta Tirk bi piştgiriya hêzên herêmî û navneteweyî êrîşî Serêkaniyê kir. Li hemberî van êrîşan rêhevalên me Aynûr û Ceren tevî YPJ’ê têkoşiyan. Wan qada şoreşa jinan bi bedena xwe parastin.

Bi wesîleya şehîdên me yên meha Çileyê em hemû şehîdên jin silav dikin. Wê mîrateya têkoşîna wan di dilê me de bibe evîn. Em bang li hemû jinên azadîxwaz dikin ku bila tevlî nav şoreşa jinan a yekgirtî bibin û em sedsala 21’an bikin sedsala jinan.”