Kampanyaya ‘Cînayetên li ser jinan rawestîne’ dest pê kir

Koma Jin Bi Hev re xurt in kampanyaya ‘Cînayeta li ser jinan bidin rawestandin’ da destpêkirin.

Koma Jin Bi Hev re Xurt in a ku gelek rêxistinên jinan tê de cih digirin, diyar kirin ku ‘Êdî tehamula me ji cînayetên li ser jinan nemaye’  û li Qada Îskeleyê ya Kadikoyê dest bi kampnayayê kirin. Parlementerên HDP’ê Zuleyha Gulum û Oya Ersoy jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de bal hate kişandin ser şîddeta ku mêr dikin.

Li ser komê Ferîde Eralp daxuyanî da û got ku “Ji bo pêşîlêgirtina cînayetên li ser jinan em hatine ba hev. Êdî tehamula me nemaye ku yek ji me jî kêm bibe. Dema ku me ev tişt digot jina bi navê Nadîra Kadirov li mala parlementerên AKP’ê Şîrîn Unal mirî hate dîtin. Hevalên wê û malbatên wê diyar kirin ku li Kadîrova tacîzeke zayendî hatiye kirin.

Serhildana jinan a li hemberî şîddetê ne nû ye. Dîroka me têkoşîna berxwedana jinan e. Ji bo vê têkoşînê tu mekanîzma li vî welatî tune.  Lê em dikarin pêşiya şîddeta bi destê mêran bigirin. Heta îro me bi têkoşînê gelek destkeftî bi dest xist.  Heke feraseta ku mêran diparêze were guherandin, wê ev şîddet jî were sekinandin.”

Eralp diyar kir ku wê îşev ji 20.00’an û vir ve her roj 5 deqîqeyan çalakiya dengderxistinê li dar bixin.