Kampanya 'Tu jî destê xwe bigihêjîne Kobanê'
Kampanya 'Tu jî destê xwe bigihêjîne Kobanê'
Kampanya 'Tu jî destê xwe bigihêjîne Kobanê'
Komeleya Jinên Kurd li Danîmarkayê, bi armanca piştgirîdayîna Kobanê li semta Balllerup a Kopenhagenê çalakiyek lidar xist.
Di çalakiya ku bi sedan jinên Kurd beşdar bûn de, li ser xebat û alîkariyên Komeleya Jinên Kurd û Heyva Sor a Kurdistanê sînevîzyonek hat nîşandan. Her wiha xwarinên Kurdan hatin pêşkêşkirin.
Komeleya Jinên Kurd dan xuyakirin ku ew ê hemû hatineyên bernameyên xwe yên piştevaniyê, ji Kurdên li çar aliyên Kobanê rastî êrîşê tên re, bişîne.