Kader Ortakaya ber bi rêwîtiya bê dawî ve hate birêkirin
Kader Ortakaya ber bi rêwîtiya bê dawî ve hate birêkirin
Kader Ortakaya ber bi rêwîtiya bê dawî ve hate birêkirin
Kader Ortakaya ya ku li ser sînorê Kobanê ji aliyê leşkerên Tirk ve nîşan lê hate girtin û hate qetilkirin, li Stenbolê ber bi rêwîtiya bê dawî ve hate birêkirin. Ortakaya piştî merasîma li Bagcilarê li Goristana Habîpler Yahya spartin axê.
Kader Ortakaya ku li ser sînorê Kobanê di berxwedana nobetê ya bi armanca piştgiriya bi Kobanê re, cih digirt, gava dixwest derbasî Kobanê bibe ji aliyê leşkerên Tirk ve nîşan lê hate girtin û hate qetilkirin. Ortakaya li Stenbolê spartin axê.
Cenazeyê endama Hewldana Partiya Azadiya Civakî Ortakaya piştî wecîbeyên olî yên li Mizgefta Yedî Beyza Zelîha Hatun, li Goristana Habîpler Yahya spartin axê. Piştî karûbarên spartina axê, li goristanê merasîmek hate lidarxistin. Piştî rêzdariya ji bo giyanê şehîdan ji hevalên têkoşînê yên Ortakaya Meral axaftinek kir û got: “Ji ber ku min ew zêdetir nas kir û bûm heval û dosta wê ez pir bi şans im.” Metal diyar kir ku Ortakaya her cih û qada jiyanê bi têkoşînê hûnandiye û got: “Soza herî mezin a ku em ê bidin wê li her derê xurtkirina têkoşînê ye.”
Hunermend Ferhat Tunç ê ku roja Kader Ortakaya li ser sînor hate qetilkirin, li ser sînor bû, diyar kir ku wî bi xwe wê rojê bi Ortakaya re sohbet kiriye û got: “Bi rûkenî ji gel me çû û pir kêfxweş bû. Ji ber ku dixwest li Kobanê be.”
Nûnerê Hewldana Partiya Azadiya Civakî Oguzhan Kayserîlîoglu axaftinek kir û diyar kir ku Kader Ortakaya bi armanca desteka bi gelê Kurd û çîna karker re çûye ser sînorê Kobanê. Kayserîlîoglu diyar kir ku Ortakaya jineke komunîst a bi biryar û bawer bû û got: “Hêza guhertinê ya li Kobanê, wê ji pirtûkxaneyan derxist û bir Kobanê. Dilê wê her tim bi Kurdan re lêxist.”
Endamê Meclîsa Partiyê ya ESP’ê Alî Haydar Akdenîz diyar kir ku Ortakaya bi bedena xwe hêz daye berxwedana Kobanê. Akdenîz got: “Bila nebêjin qey ew kuştine. Ew ê weke Serkan Tosun û Nejat Suphî Agirnasli her tim bi me re bijî.”
Di merasîmê de her yek ji nûnerên EHP, SDP, SYKP, SODAP û Kaldiraçê axaftinek kirin û diyar kirin ku ew ê xwedî li têkoşîna Ortakaya derkevin. Merasîm piştî xwendina Sirûda Karkeran a Awûstûryayê bi dawî bû.
Ji bo Kader Ortakaya li HDP’ya Bagcilar a Stenbolê konê sersaxiyê hate vedan. Malbat û hevalên wê dê sersaxiyan qebûl bikin.