Çîroka Ayşe, Kîraz, Fatma û Canpolat li Ewropaya ku qet ew neçûne bi hev digihijin. Yek jê 22, yek jê 35 û tek jê jî ev 40 sal in çav li rê ne ku hevserên wan ji biyanîstanê vegerin. Di vê bendewariya de jiyan li wan bû jehr.
Ewropaya ku di şer de hilweşiya, piştî ku di 1960’an de bi carekê re mezin bû pirsgirêkeke mezin a karkiran rû da. Pirsgirêk bi ‘’karkerên mêvan’’ ku ji derve anîbûn wê bihata çareser kirin. Lê ew mêvan ne karîbûn ku weke mêvanan bijîn û ne jî karîbûn li malên xwe vegerin. Li pişt xwe drameke gellekî cihê hiştibûn. Travmaya hevjîn û zarokên zilamên ku xwe li ewropayê girtibûn hê jî dom dike.
Jin bi salan li benda hevserên xwe man. Çavên wan li benda agahî, nameyeke biçûk bû ku wê ji hevserê wan bihata. Belkî wê careke din nehatana, belkî li wir, li ‘’welatê gawiran’’ dil avêtibûn ser jineke kej û zerik, tevlî zarok marakok bûne jî. Salên xurbetê ên bi pirs, tirs û metirsiyan tije.
Bi qasî kesên ku diçin xurbetê rewşa ên mayîn jî dijwar bû. Jinên ku hê di ciwantî de û di rojên zûwext ê zewacê de ji hevsarên xwe qut bûn, li gundan neçar man û bi zarokên xwe re di tenêtiyê de bijîn. Ji bo yên mayîn heke weke azadbûneke xwiyanî bike jî lê ew bi zexta dorpeçbûna civakî a giran re rû bir û bûn. Piraniya caran ji civakê hatine veder kirin.
Navên wan êdî ‘’hevjîna xurbetiyê’’, ‘’jinê tenêmayî’’, ‘’bûka me’’ bû. Wan herî pir ji zilamên mayîn zext dîtin. Awirên bira û bavên hevserên wan bi awayekî berbiçav hîs kirin li ser xwe hîs dikirin. Bi tirsên ‘’bêhîzî’’ û ‘’em nahêlin gotin were ser namûsa malbata me’’ jiyana wan hate dorpeçkirin. Jixwe ma ew nehatibûn ‘’emanetkirin’’?
Carinan hevberdanên ku xurbetê bi xwe re anîbûn, vegera li mala bavê bi kuştinan bi encam dibû. Jixwe mehra fermî ya zarok jî nebû. Ji bo vê jî zilamên ku diçûn Ewropayê bi rehetî dikarîbûn bizewicin. Ji bilî ku salê çend caran hinek pere bişînin tiştekî din jî nedikirin. Dawiya dawî çûyina ber bi Ewropa ve, berdêla ‘’almanîbûn’’ê bi hêsanî nedihate dayîn û vê birînên kûr vekiribûn.
DRAMA KURDÊN KU JI ANATOLIYA NAVÎN ÇÛNE EWROPAYÊ
Yek ji cihê ku koçkirinê trajedî lê pêk anî gundên girêdayî navçeya Cîhanbeylî û Kuluya Konyayê bû. Ji Cîhanbeylî û Kuluyê ji salên 70yî ve ber bi Swêd, Danîmaka û Norwêç gelek koç pêk hatin. Ev koç hê jî dom dike. Hema hema hemûyan bi zewaca navmalbatî li van welatan bi cih û war bûn. Keçên ciwan û xortan hê temenê wan 13-14-15 salî bûn bi evîna Ewropayê ketin, destgirtî bûn û zewicîn.
Hema hema li her gundî nêzî 30-40 keçên ciwan li bendê bûn ku hevserên wan, wan bibin Ewropayê. Ayşe yek ji van jina ye. Di salên 80î de hevserê wê Mehmet çû Swêdê. Ayşeya ku bi pênc zarokên xwe bi tena serê xwe, bi salan li bendê ma. Lê hevserê wê ne Ayşe û ne jî zarok birin cem xwe. Hemû têkiliya xwe ji wan birî û li Ewropyê bi cih û war bû.
‘’BENDEWARIYÊ HESTÊN MIN ÇIKANDIN’’
Salên gellekî dijwar bûn. Mayina bi pênc zarokan re, xwedîkirina wan, tenêmayin. Ayşeya ku dibêje ez bi salên dirêj li bendê mam bi hêviya ku wê hevserê min, min bibe cem xwe lê nebir’’ lê zêde dike ku ji hêla debarê ve jî rojên pir dijwar jiyan. Ayşeya ku ji ber sedema zextên civakî gund terikandî, dibêje; ‘’Bendewarî hestên mirov diçikîne. Êdî min hêviya xwe birî bû, dahatuya zarokên min, xwendina wan ji bo min hê girîngtir bû. Piştî ku ez li bajêr bi cih bûm ez ji zextên li derdora gund rizgar bûm. Li gund tim dilê xwe bi min dişewitandin.’’
Niha neviyên Ayşeyê hene. 3 keçên wê zewicîn. Keçeke wê mamoste û keçeke din jî diçe zanîngehê. Keçika herî mezin a Ayşeyê Menek jî niha 30 salî ye. 2 zarokên wê hene dibêje; ‘’Dema ku bavê min çûyî ez pir tirsiyam, ez diçûm dibistana seretayî. Em li benda wê rojê bûn ku me bibe cem xwe. Lê ew roj qet nehat. A rast em bi sêwîtî mezin bûn. Me hezkirina bav nedît bê çawa ye. Ji bo min ew biyaniyek e. Em hejar û belangaz bûn. Min dixwest zû mezin bibim. Bi diya xwe re êvarî ji dizîka ve em ji xwe re digiriyan’’
GOT PIŞTÎ SALEKÊ HÛN Ê BÊN LÊ 40 SAL BIHURÎN!
Kîraz niha 70 salî ye. Hevserê wê Bayram di 1973yan de çûye Almanyayê. Dema ku çûye gotiye; ‘’salekê şûn de ez ê we jî bînim cem xwe’’. Ew salek bû 40 sal. Çîroka Kîraza ku digot; ‘’ Di gund de keçika herî xweşik ez bûm, gelek xwazginiyên min hebûn. Lê bi bavê Bayram re ji dûr ve em mirovê hev bûn. Ez bi zora bavê xwe zewicîm’’ hê cudatir e. Kîrazê wan rojan wiha vedibêje;
‘’3 zarokên min hene. Bayram piştî ku çû Almanya 6 salên din vegeriya. Got; ‘’Ez kar û bara we dikim, 3 mehê din hûn ê bêne ba min. Min bawer kir, neçar bûm ku jê bawer bikim. 3 meh bûn 3 sal. Ji Bayramê me deng nehat. Serê 6 mehan 700 mark dişand. Piştre em pê hisiyan ku li Almanyayê zewiciye. Zarokên wî çêbûne. Jixwe piştre min hêviya xwe jê birî. Ne têkiliya min û ne jî ya zarokên min bi Bayram heye. Beriya bi çend salan malnişîn bû, bi hevjîna xwe hat li gund bi cih bû.’
‘’TU BIZEWICÎ EM Ê TE BIKUJIN’’
Drama Fatmayê hê girantir e. Hevserê wê Hasan di 90î de çûye Fransayê. Fatmayê wan deman keçeke ciwan a 22 salî ye. Bi pêçeka xwe ya 2 salî re bi tena serê xwe maye. Ew jî li benda wê rojê maye ku biçe Fransayê. Piştî wê rojê hevserê wê nê lê geriyaye û ne jî pere jê re şandine.
Keça wê Bêrîvan niha 22 salî ye, diçe zanîngehê. Fatma nezewiciye li benda hevserê xwe maye. Neçûya li mala bavê xwe bi cih nebûye. Xwazgîniyên wê pir bûn, lê nezewiciye. Bira û bavê Hasan ji Fatmayê re gotine; ‘’heke tu bizewicî em ê te bikujin.’’ Fatma niha bi keça xwe re li Enqereyê dijî. Keça wê hem dixwîne û hem jî debara malê dike.
Li KARAKULAKÊ 20 JIN BENDEWAR IN
Gundê Karakulaka Rihayê. Gundekî 300 malî ye. Li vir jî 20 jin li tevî zarokên xwe li benda wê rojê ne ku bi teqezî hevserê wan dê vegerin. Hinan jê gotine; ‘’ez ji bo we diçim’’, ew hatine jibîrkirin. Bendewarî jî ev salan e dom dike.
Yek ji wan jinan Fatma Canpolat e. 36 salî ye, dayika 3 zaroyan e. Hevserê wê di 1988î de çûye Fransayê. Canpolat çûyina hevserê xwe ya ber bi Ewropayê ve wiha dibêje; ‘’Ez ji bo we diçim, wê rojên me yên xweştir çêbibin. Lê çûyin ew çûyin bû. Hê jî wê vegerê.”
Canpolat piştî ku hevserê wê çûye Ewropayê gelek rojên giran bi ser de hatine. Zarokên xwe bi qutitî dane xwendin. Piştî bi 4 salan Mustafa Sonmez ji Ewropayê hatiye gund. Lê vê carê fêhm kiriye ku Mustafa zewiciye.
Piştî ku hevserê wê vegeriyaye Canpolatê tiştên ku jiyîn wiha vedibêje; ‘’A rast min nedixwest ku vegere. Tenê ji bo zarokên xwe min xwe ragirt. Dema ku vegeriya min pirsî bê çima wilo bûye.Got; ‘’em çi bikin jiyanê ev bi serê me anî. Lê zewac min got. Got ji bo kar û destûra bicihbûnê mecbûrî bû. Hin zarok hene ku bavên xwe nedîtine. Zarokên min î herî mezin dema kete sala xwe ya çaran bavê xwe dît. Hin zarokên ku di 17 saliya xwe de bavê xwe dîtin hene.’’
‘’MIN BAVÊ XWE YÊ KU DI 16 SALIYA XWE DE DÎTÎ NAS NEKIR’’
Emîne Canpolat jî yek ji wan jina ye ku hevserê wê li Ewropayê ye. Canpolat çûyina hevserê xwe ya ber bi Ewropayê ve vedibêje; ‘’Hevserê min Reşîd Keskîn di 1994an de çû Swêdê. Ew roj yek û îro jî bû du.’’Canpolat tiştên ku zarokên wê piştî ku bavê wan çû Ewropyê jiyan wiha vedibêje; ‘’Zarok piştî dibistana seratayî ji mal û dibistanê sar bûn. Di bin bandora bavê xwe de man û xwestin biçin Ewropayê. Fikra çûyina Ewropayê ji serê xwe dernedixistin.’’
Jinên ku hevserên wan li Ewropayê ne, di jiyana civakî de bi pirsgirêkên gellekî dijwar re rû bi rû dibin. Ramana ku li ser civakê serdest e wan didin ber jinên ku heman tişt bi serê wan hatî. Canpolat dibêje; ‘’Ramana li ser civakê serdest ew e ku ên rewşên wan hê dijwartir hene. Ji rewşa xwe xweşhal be. Biner, Hatîce û Sultan jî di rewşa te de ne. Civak me fêhm nake. Nêzîkatiya di rehetiyê de ne, betal betal rûdinin heye’’
Leyla Ersoya ku bavê xwe di 16 saliya xwe de dîtî wiha dibêje; ‘’Bavê min Fuat Keskîn di 1988an de çûye Almanyayê. Di xaniyê banê wê axîn de bi 3 birayê xwe re di rojên dijwar de em jiyan. Dema bavê min vegeriya ez 16 salî bûm. Li balefirgehê me hev nas nekir. Dema ku em hatin malê jî ew ji bo min wekî kesekî biyan bû. Ne karîbû hezkirinekê bide min û ne jî min karîbû jê hezkirinê bistînim.’’