Jiyana Sakîne Cansiz dibe dokûmanter
Jiyana Sakîne Cansiz dibe dokûmanter
Jiyana Sakîne Cansiz dibe dokûmanter
PAJK'ê ji bo jiyana Sakîne Cansiz bike mijara dokûmanterê, ekîbek ava kir. Ekîbê got, "Her yek ji me, ji hevala Sara fêrî tiştekî bû. Ji ber vê yekê em bi hev re Wê vebêjin."
Yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara) ku di 9'ê Çileyê de li paytexta Fransa Parîsê li gel Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hat kuştin, jiyana wê dibe mijara dokûmanterê. Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) bi vê armancê ekîbek ava kir. Ekîba dokûmanterê, di malpera web a PAJK'ê de der heqê vê xebatê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Ekîbê da xuyakirin ku ew dixwazin karekî kolektîf bimeşînin û got, "Her yek ji me, ji hevala Sara fêrî tiştekî bû. Ji ber vê yekê em bi hev re Wê vebêjin."
EM WÊ BI HEV RE VEBÊJIN
Di daxuyaniya nivîskî ya ekîba dokûmanterê de, destpêkê bal hat kişandin ser salên têkoşînê yên Sakîne Cansiz û hat gotin: "Bi salan di nava têkoşîna azadiyê de cihê xwe yê efsûnî parast." Ekîba dokûmanterê, ev xebata xwe weke "nûçeyeke mizgîniyê" bi nav kir û weha got: "Her yek ji me ji hevala Sara fêrî tiştekî bû. Tevî hevalên li lûtkeya herî bilind a çiyan çû serdana hemû hevalan. Hevala Sara em fêrî şoreşgeriyê kir. Ji ber vê yekê divê em bi hev re wê vebêjin. Diyare bîranîna her kesê-î bi hevala Sara re heye. Em dixwazin vî karî bi awayekî kolektîf bi we re bimeşînin. Em dixwazin mora herkesên wê nas dikin, li binê vê dokûmanterê hebe."
BANGA LI HER KESÊN SARA NAS DIKIN
Ekîbê bang li her kesên Sara nas dikin kir ku nivîs, helbest, wêne û dîmenên xwe parve bikin. di daxuyaniyê de weha hat gotin: "Hûn dikarin nivîsên xwe, heblestên xwe, dîmen û wêneyên xwe yên bi hevala Sara re parve bikin. Her weha hûn dikarin nêrîn û pêşniyarên xwe jî radestî me bikin. Em di wê baweriyê de ku ev karê bi vî rengî were meşandin, wê hêjayî heval Sara bê. Ji niha ve em kelecan û enerjiya wê dijîn."
Ji bo nêrîn û pêşniyarên li ser mijarê jî lînka "Nêrîn û Pêşniyar" a web site ya PAJK'ê hat nîşandan.