Jiyana rêxistinî û çalak danî ber xwe – 2

"Divê xweş pê were zanîn ku hê ji heft saliya xwe ve min jiyana rêxistinî û çalak daye ber xwe. Ji xwe rêxistinî çalakgeriyê û çalakgerî rêxistiniyê hewce dike. Rêxistinî û çalakgerî divê weke rengê jiyanê were fêhmkirin."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jiyana şexsî û rêxistinî li ser sê serdeman vedibêje:

SERDEMA PêŞÎ

Serdema pêşî; li ser hîmê îdîaya ku civakîbûna xwe divê ez ava bikim, bi wê pevketina min a bi diya min re dest pê kiriye, piştî helwesta min a li dijî malbatê û gund, bi çûna min dibistana seretayî re geş bûye.

Destpêkirina dibistana seretayî gava pêşî ya cidî ya meraqa li ser dewletbûnê ye. Kesayat ji civaka komunal ber bi civaka dewletî ve gava veguherîne davêje. Bi bajarîbûnê re dimeşe. Nirxên bajarî li gorî nirxên komunal ê bejahiyê biqîmettir têne hesebkirin. Perwerdehiya dibistana navîn û lîseyê, memûrtî û xwendina heta bi pola dawî ya zanîngehê, ji bo mirov bibe zilamê dewletê pêşhazirî ye. Bi her kesî re di van salan de kesayata bajêr-dewletê bi rengekî tund serwer dibe. Pozîsyona li paş hiştinê û neteweya çewisandî li dijî dewletê dibe xwedî helwest. Sempatîzaniya çepgiriyê bi eslê xwe ji bilî lêgerîna dewleta dadmend, wekhevîxwaz û rabûnxwaz nayê maneyeke dî. Kesayat di vê serdemê de bi rengekî xurt ji civaka rêz û rêçikî têkiliya xwe qut dike. Civaka bejahiyê ya komunal a dayiktî û civaka binemalî bi asteke giştî hatiye înkarkirin, li şûna vê kesayayeke pir marjînal çêbûye ku rabirduya xwe înkar dike, kêm dibîne, ji dewlet û mezinbûna bajêre re diperize, bi rengekî çav lê tarî bûbe ber bi pergala fermi ve dibeze, komkujiyeke têra xwe trajîk a kesayatê pêk hatiye.

SERDEMA DUYAN

Serdema duyan; Vê care qutbûna ji civak û dewleta burjuvayê û bi mebesta avakirina pergala civaka hevçax û pergala siyasî bi ceribandina koma îdeolojîk a serbixwe dest pê dike. Civakîbûna pêşî bi zarokan re bi jiberkirina diayên dînî û çûna dibistanê pêk tê, civakîbûna duyan bi xwendakarên zanîngehê re li ser hîmê çepgirî û îdeolojiya netewî dest pê dike. Li dijî nirxên ku kapîtalîzmê berbelav kiriye û şoweniya serwer a netewî her çendî hewldana ji nû ve avakirina nirxên gewherî yê civaka xwe hebe jî, ji ber sedema ku bizavên berdest ên çepgirî û netewî, ne bi hêzê ne ku heq ji normên jiyana kapîtalîst derkevin, ev hewldan jê dûr in ku bigihijin armancên xwe yên rastî. Ev pêvajoya ku mirov dikare jê re bibêje PKK’bûn, li cîhana bagerî ya salên 1970’î de, a rast bi rewşeke wiha ye ku mîna pelekê dikare bi ber bê bikeve. Bi qasî qutbûna ji cîhana rêz û rêçikî, bi nirxên gewherî yên kapîtalîzmê re bi hev nekelijiye.

Bi lêgerînên teorîk û pratîk civak û welat wê were xwestin ku dîsa were keşfkirin. A rast modeya çepgiriyê ya ku li tevahiya cîhanê tê jiyîn, tê şopandin. Êdî fikrekî resenî me heye. Koma me ji hêla hijmarê ve geş dibe. Îhtîmal e parzakirin lê were. Weke kurmikên ji gûzikê xwe derketî, dema ku ber bi derveyî welat ve gav hate avêtin, wê were qebûlkirin ku biaqilî dikevin serdema xwebawerî û kamilbûnê. Utopya li ser pêkhatinê hêviyê dide. Ji destpeka komî gihaştine desteka girseyî ya gel wê baweriyê bêhtir xurt bike. Bi hêza çekê re hevnasîn bûye, koma gerîla ya tevgerên netewî yên hevçax hatiye perwerdekirin û bi rengekî çekdarbûyî xwe gihandine bilindcihên zor ên welêt ku xwegihandina wan deveran zehmet e. Dor hatiye ser pêngava nû ya dîrokî.

Sê beşê pêşî yê vê serdemê ku salên 1972-1984’an a jiyana min vedihewîne nav xwe ji hin aliyan ve dikare were nirxandin. Mirov dikare bibêje pêngava hişyarbûna li serdemê ya gelê Kurd ê hejar. Mirov dikare jê re serîrakirina pêşî, guleya li qedera kor jî bibêje. Weke qêrîna namûs û rûmetê jî dikare were nirxandin. Weke çalakiya pêşî ya serkeftî ya Hz. Dawid a li dijî Golyata jî dikare were dîtin û bimane bibe. Weke gavên pêşî yên wêrekiya xwerakişandina li azadiya ramanê jî dikare were dîtin. Dibe ku pêngava qutbûna ji normên koledariyê yên bi kok ên bi hezaran salan jî be. Bûyina duyam, a bimane, ku serkeftina wê hinekî şans, hinekî ked û baweriyê dixwaze, serdemeke wiha ye ku dikare weke ji nû ve bidestxistina paradîgmayê were pênasekirin.

Beşê duyan ê serdema duyan a jiyana min, salên 15’ê Tebaxa 1984’an- 15’ê Sibata 1999’an vedihewîne. Pêvajoya panzdeh salan weke pêngava duyan a PKK’ê, pêvajoyeke bêhempa ye ku bi giranî ji têkoşîna çekdarî pêk hatiye. Di dîroka Rojhilata Navîn de mirov dikare bişibîne Babek, Harîcî, Karmatî û komên Hasan Sabah. Di serdema pêşî de Îsayatî li pêş e, di serdema duyan de têkeliya Musayatî û Mihemedayatî li pêş e. ‘Peywir gihandina xakên hatine wehdkirin’ a koma mihacir a ku bi zorê dimeşe, hewldan û zîrektiyeke mezin dixwaze. Gihandina komê çalakiya Hz. Mûsa bi bîr dixe, çalakiyên şer çalakiyên Hz. Mihemed ên li Medîneyê bi bîr dixin. Îmaneke wiha ya rihî û atmosfera baweriyê serwer e. Xwedayina baweriyê bi mûmînî ye. Sosyalîzma zanistî bi rengekî ku bûyî xwedî îman tê rêvebirin.

Şer çalakiyeke tam pîroz e. Mirov, takekes dibe hîç û armanc dibe her tişt. Pêderxistina ku bi nexweşiyeke tîpîk a desthilatê ketine pir zor e. Taybetmendiya herî tîpîk, bi baweriya ku tişta herî pîroz çalakî ye, fedakirina her tiştî ye. A rast li şûna ku bihata gotin, nirxê herî pîroz jiyan e, berevajî, bi baweriya, ‘’Armanc her tişt e, jiyan ne ti tişt e’’, bi asta fanatîzmê kesayatek derdikete pêş.

Serdema jiyanê ya duyan ji ber sedema ku dewlet kiriye navenda xwe lê ji ber ku hê taybetmendiyên helwesta demokratîk a komunal ku ji dest nehatine dayin bi nokak bû. Wê pevketina van nakokiyan encam diyar bikira. Komploya 15’ê Sibata 1999’an her wiha derba kuştinê li meşa bi navendiya dewletê xistibû. Heke partîgiriya bi navendiya dewletê û dewletgirî nexweşiyek be, naxwe derba ku hemû dewletên cîhanê yên kapîtalîst 15’ê Sibata 1999’an li min dayin, her wiha ji bo bûyina sêyan wê bi rola dermanê, bi rola pîriktiyê rabûye.

SERDEMA SÊYAN

Serdema sêyan a jiyanê, heke ji nvê wê re û gewhera wê re mirov bikaribe jiyan bibêje ji 15’ê Sibata 1999’an dest pê dike û weke qonaxa ku heta dawiyê dikare biçe, were veqetandin. Wesfê wê yê sereke ew e ku bi giştî qutbûna jiyana bi navenda dewletê, bi taybet jî qutbûna ji jiyana kapîtalîst a modern dest pê dike. Dîsa ber bi jiyana kovî ve nabezim. Ne ku ez ê biçim jiyana beriya bi deh hezar sal, lê teqez e ku hin nirxên sereke yên mirovahiyê di wan salan de veşartiye. Heta ku mirovahiya wê serdemê ku şaristnaiyê bi hezaran hîle û zordariyê qut kirî, bi asta zanist-teknîka serdema me re neyê kelejiandin, wê rizgariya rastî yam irovan û azadî ne pêkan bûya.

Qutbûna ji şaristaniyê û jiyana bi navendiya dewletê ne paşketin e. Berevajî vê, qutbûna ji kesayata desthilatê ya ku rê li ber qutbûna kujer a li sirûştê vekirî û bi xwîn û derewê hati werimandin, belkî jî derfeta wê ye ku mirov bigihije tendiristiya herî hîmî. Arestebûneke ji civaka nexweş ber bi civaka bitendirist, ji civaka zêde bajarîbûnê ya malixbûyî, obez, ji hawîrdorê qut ber bi civaka ekolojîk, ji civaka dewletî ku ji ser ta pê di nav otorîte û totalîteriyê de mayî ber bi civaka demokratîk û azad-wekhev e. Bi teqezî ne ji ber bêrîkirina ku girtiîgeha yek kesî afirandî, behsa paradîgmayeke bi ramana mezin û giyanî dikim.

Ez bawer dikim ku pêşketina rastî ji bajarên mezin û otorîteyên desthilatê derbas dibe, berevajî vê, ev kana mezin a nexweşiyê ne, li bara vê zanista bcihbûna ekolojîk a ji gundê berê û bajarê nû jî pêştir û jiyana li mekanekî wiha ku bi daneyên herî dawî yê teknîkê wê bibe şoreşa rastî ya jiyanê. Heke wê meşeke ber bi dahatuyê hebe, ez bawer dikim li ser hîmê van rastiyan wê bibe meşeke bimane û hêjayî meşê. Ez bi wê bîr û baweriyê me ku xeta îdeolojîk, polîtîk, rêxistinî û exlaqî ku di şexsê xwe de dixwazim pêş bixim, min têra xwe zelal kiriye.

JI DU RÊYAN MIROV DIKARE BI HEV RE BE

Bi du rêyan mirov dikare bi vê têrkariya teorîk û îdeolojîk ku min derbas kiriye, bimeşe. An tevlêbûna li ser bawerî, jidil û dilnizmî an jî bi zanebûn, bi hewldana bîreweriya zêde ya xwedî têrkariya li gewherê teorîk û îdeolojîk. Di serî de Hakî Karer, Kemal Pîr, Mazlûm Dogan, Xeyrî Durmuş û Mahsûm Korkmaz, ku di nav PKK’ê de nirxên mezin in, bi hezaran hevrê, bi lihevkirina bi hevsenga van du şêwazan tevlê bûne. Ev tevlêbûna bi gewherî ew heta dawî kirine xwedî helwesta lehengî. Ji bilî vê ne yên ku jidil, bi dilnizmî tevlê bûn, ne jî yên ku li ser hîmê hewldana bi teorîya bilind û îdeolojîk tevlê bûn, tim likumîne; carinan bi rengê koma destûbiratiyê, carinan bi rengê komên tasviyekar û meylên çeteyî belawela bûne. Ên ku hêza min a zêhnî ji hîmî ve fêhm nekirine, hurmet nedana vê, bi dilnizmî û bi performansa zêde tevlêbûneke teorîk pêk nenaîne, ne pêkan e ku em li ser hişmendiya hevpar bigihijin hev. Li vir ya ku tevlêbûnekê pêk bîne xwedîbûna li hişmendiyeke bilind e. An na prîmdana hişmendiya paşmayî averebûnê bi xwe re tine.

YEKBÛNA BI GEL RE PÊK HATIYE

Divê xweş wer zanîn ku hê di heft saliya xwe de tim min jiyana rêxistinî û çalak daye ber xwe. Jixwe rêxistinî çalakbûnê, çalakbûn rêxistiniyê tine. Hêmana sereke ya duyan e ku dive were fêhmkirin xeta min a polîtîk ji helwesta demokratîk a sirûştî ber bi demokratîkbûna bi çalakî pir geş bûye û yekbûna wê ya bi gel re pêk hatiye. Divê rêxistinî û çalakîtî ji peywirekê jî wêdetir dive weke halê jiyanê were fêhmkirin. Rêxistinîbûna xwedî rayeyeke bilind, berbiçavkirina vê ya li gorî xeta wê ya îdeolojîk û polîtîk, yekkirina bi çalakitîya bi armanc û biber tekane celebê dilsozbûnê ye.

Helwesta rast a sincî, ji jiyaneke bi mûmînî wêdetir, hostatî û zanatiya jiyanê ye ku azadiya polîtîk weke hewldana afirandinên nû dibîne, mûmîntiya hevdem e. Ên ku nikarin vê hêza exlaqî nîşan bidin ti hewldana wan nikare xwe ji averebûnê xilas bike. Jiyana sincî di gewhera xwe de tê maneya ku mirov tim bi hişmendî û vîna azad hêza tevlêbûnê ya li şêwaza bûyina civakî nîşan bide. Nirxê mezin ê rastî yê PKK’ê ji hêla wan kesan ve ku xwedî vê helwesta sincî ne, hatiye pêkanîn. Ên ku bi rastî jî dixwazin bibin xeteke jiyanê ya li ser xeta PKK’ê, dive bikaribin vê hêza sincî nîşan bidin.

RÊBERTIYA KU TEMSÎLA WÊ DIKIM GERDÛNÎ YE

Bi kurtasî ev pênaseya rêbertiyê ku di şexsê xwe de, di rewşa temsîlkirina wê de me, nîşan dide ku her kes careke dî li tevlêbûna xwe bifikire û lê bifikire bê ka dive çawa pê re bibe yek. Rêbertiya li ser vê xetê hemû gerdûnê, bûnewariya mirovî, rastiya me ya civakî û azadiya demokratîk a gel di dilê xwe de vedihewîne.

Ji pirtûka ‘’Parastina Gelekî’’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji nirxandinên bi sernavên ‘’Kurte û Nameyên-Pêvek’’ hate tomarkirin.