Zanîsta Jinê, Jineoljî, bi pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rê li ber gotûbêjên nû vekir. Jinên Kurd ferasetek nû pêş dixin ku xetimandinên di zanîstên civakî û feminîzmê de derbas dikin. Beşa Jineolojî ya ku du sal berê ji aliyê PAJK’ê ve hatiye avakirin.
Du sal berê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya bi navê “Sosyolojiya Azadiyê” de pêşniyara “jineolojiyê” kiribû. Piştî wê PAJK’ê Beşa Jineolojî ava kir û ev beşa jineolojî li ser cihê jinê di civakê de, rastiyên dîrokî û tiştên ku bûne sedema xerabûna van rastiyan lê dikole. Her wiha, hewl dide ji bo çareseriya pirsgirêkên jinê rêbazan pêş bixe.
Endama Beşa Jineolojî ya PAJK’ê Dorşîn Akîf der barê mijarê de ji ANF’ê re axivî.
*Xebata Jineolojiyê ji kengê ve tê birêvebirin?Ev ne demek dirêje ku me ev zanîst xistiye rojeva xwe. Ev du sale me dest bi nîqaşa vê kiriye. Rêberê me di parêznameya xwe ya bi navê “Sosyolojiya Azadiyê” de, pirsgirêka jinê di nava pirsgirêkên civakê de weke pirsgirêka herî sereke bi nav dike. Bi vê nirxandinê heqîqeta jinê derxistina rastiyê û ji bo pêşxistina çareseriyê Jineolojî pêşniyar kir. Ev jî di sala 2009’an de pêş ket. Ji vê dîrokê û şûn de ji bo ronîkirina heqîqeta jinê, di çarçoveya Jineolojiyê de xebat hatin kirin û em jî hewil didin ku di vê çarçoveyê de nîqaşên xwe yên çareseriyê pêş bixin.
Lê belê pêwîste mirov vê destnîşan bike. Ji sala 2009’an ve nîqaşên me yên zanîsta jinê didomin, bingehekî girîng yê ku em xwe dispêrinê heye. Hema bêje tekoşîna azadiya Kurdistanê ya ev 50 sale didome, tecrûbeyekî dîrokî ya nêzî 30 salan ya tevgera azadiya jinên Kurdistanê heye. Vana daneyên girîng yên dîrokî derxistin holê. Li gel vê her çiqas rexneyên me li ser hebin jî, bi femînîzmê re nirxên girîng derketin holê. Xebat her çendî ku ji sala 2010’an û vir ve ketiye meriyetê jî, xwe dispêre hîmekî girîng yê dîrokî.
*Di çerçoveya xebata xwe de hûn kîjan mijaran dinirxînin?Bêhtirînê xwe dîroka heqîqetê û heqîqeta ku hatiye xirakirin û cihê jinê yê di pêkhateya civakê de çi ne, lêkolîn dikin û hewil didin ku derxînin holê. Pirsgirêkên rojane jî perçeyek ji vê ye. Rewşa xirabûnên exlaqî yên di pêvajoyên dîrokî de çi ne? Ji ber çi xirabûnên exlaqî yên civakî çê bûn? Ev xirabûnên heyî di roja me de vebeyînên wê çi ne? Em taybet li ser van pirsan hewil didin jiyanê lêbikolîn û şîrove bikîn. Erê çawa ku em dixwazîn bi vê yekê dîroka heqîqeta jinê derxînin holê, rojane ji bo çareserkirina pirsgirêkê û hewil didin rêbazên têkoşînê jî biafirînîn. Em hewil didin ku, ka çawa tundiya li dijî jinê vegeriyaye şerekî civakî û ji bo vê tundiyê derbaz bikin hewil didîn rêbazên çareseriyê pêş bixin. Tundiya ku li hemberî jinê pêk tê dozaj û rengê wê guherîn û li ser civakê jî pêk tînin. Çawa ku tundî pirsgirêkeka ferasetiye, ji bo ji holê rabe pêwîstî bi ewlekariyên hiqûqî heye. Ev amûrên hiqûqê dê çibin û wê tedbîrên çawa bên pêşxistin? Ev hemû dê di çarçoveya vê zanistê de û di serê mijarên destpêkê dê bên nirxandin de tên.
Di pêşveçûna bingehîn ya jiyana bi exlaqî de jin rolekî sereke dileyîze. Çawa ku jin di hemû têkiliyên civakî de xwedî girîngiyekî diyarker e, şkestinekî mezin têde çêbûye. Qadên tîmarbûn, pirbûn û parastinê ji bo berdewamî û jiyandana civakê xwedî girîngiyek mezin in, hêza watedayîn û exlaqê jinê ev zîhniyet avakiriye. Civak xwe li ser sê lingan dide berdewamkirin, bi hêza watedayîna hûnera xwe, wêjeya xwe, mîmariya xwe, zanist û teknîka xwe pêş ve dibe. Lê belê piştî şkestina çêbûyî, ev hersê qadên girîng bi desthilatdariyê hatin dagirtin û li ser vana şer pêş dixin. Mînak, tîmarbûyîn pêwîstiyekî jiyaniye. Di pêkhateya civakê ya destpêkê de tîmarbûyîn di pêşengtiya jinê de û di rasteka pêwîstiyan de pêş ket. Piştî ku şkestin çêbû, jî li gel formên zîhniyetê yên di destê desthilatdariyê de yên weke ekonomîzm û endustriyalîzmê vedigerînin desthilatdariyê û li ser civakê terorê dibarînin. Dîsan jî pirbûn ji bo civak xwe bide berdewamkirin pir girînge. Lê belê zîhniyeta zilamê desthilatdar, bi formên malbat û xanedanê jin vegerandiye makîneyek ya zarok anînê. Ji jinê re ji derveyî zarok anînê tu maf nas nekirine. Tenê ji bo desthilatdariya zilam û hêza wî beden, hest û fikrên jinê hatine qurbankirin.
Mijara din jî parastin e. Parastin jî refleksekî xwezayiye ku ji hizra hestiyarî pêş ketiye û di hemû zindiyan de heye. Tenê zindiyekî yek hucre jî ji bo hebûna xwe bide berdewam kirin, xwe diparêze. Lê belê li gel dîroka zîhniyeta desthilatdar ya zilam artêş hatine pêşxistin û hema bêje milîtarîzm xistine hemû qadên civakê. Çawa ku evana pirsgirêkên sereke yên jin dijîn û her wiha pirsgirêkên sereke yên civakê jî ne. Her wiha pirsgirêkên li benda çareserkirinê ne. Li aliyekê em hewil didin ku çavkaniyên van pirsgirêkên dîrokî bibînîn, derxînin holê, çareserkirina pirsgirêkan pêşve bibin û derbaz bikin, her wiha ev yek qada eleqeya me jî pêk tîne.
Mijarên ku we vegotin, têkiliya xwe pir bi mijarên zanista dîrokê re hene. Heta ne tenê têkildarî dîrokê, têkildarî zanistên weke aboriyê, demografyayê, malbatê, sosyolojiyê, hiqûqê, exlaq û zanistên weke vana re heye.
*Hûn têkiliya Jineolojiyê bi zansita civakî re çawa dinirxînin? Têkiliyekî bingehîn bi zanista civakî re heye. Bi gelek qadan re têkildare, lê belê em rewşa ku zanistên civakî di nav de ye rexne dikin. Ji ber ku li rexmê zanistekî têkildarî civakê ye jî, pirsgirêkên ku civak dijî, jêre çareseriyê pêş naxe. Mînak zanista dîrokê, pêşketina dîrokê tenê weke yên bi rê ve dibin û zilaman nirxandine û şîrove kirine. Dema ku em hewil bidin pêvajoyên dîrokî qismî jî lêkolîn bikin, em dê bibînin ku tenê yên bi rê ve dibine. Têgînek wisan tê avakirin ku, kesên di demên borî de dijiyan, dibêjî qey tenê yên bi rê ve dibinin. Dîrok yek ji qadên herî girîng yên zanistên civakiye, em difikirîn ku pêwîste ev ji vê zîhniyeta zilam bê rizgarkirin, her wiha li gel felsefeyê bê nirxandin. Ji ber ku zanista civakî bi lênêrina yekane, dogmatîk, desthilatdar û dewletparêzî hatiye dagirtin. Vê jî bi zorê li ser civakê dide çespandin. Dema ku dîrok û rojaneyê şîrove dikin, hemû caran qismekê dide diyarkirin. Çawa ku gelek qismên civakî hene, dema ku pirsa di dîrokê de çi ji vana hat tê pirsîn bersiv nayê dayîn. Her wiha ger îdîakirî be ku bi civakê re têkildar dibe jî, lê nebûye hêza çareserkirina pirsgirêka civakê.
Di serî de dîrok em hewil didin hemû dîsîplînên zanistên civakî di çarçoveya jineolojiyê de ji nû ve şîrove bikîn. Dema ku em pirsgirêka jinê dinirxînin, li holê ye ku em dê tenê bi dîsîplîna zanistî nenirxînin. Jin perçeyek ji civakê ye. Ji ber wê çendê zanista jinê bi hemû qadên têkildarî civakê ve têkildar dibe. Çawa ku em nikarin jinê ji civakê qut bikîn, ne gengaze ku em civakê ji dervey jinê jî bihizirîn. Lê belê rewşekî wiha jî heye civak xwediyê pêkhateyek têkele. Di nava vê pêkhateya têkel de zanistên civakî ketin kêmasiyekî bingehîn. Çi bû ev kêmasî? Hewil dan di derbarê her tiştî de nirxandina bikin. Ev nirxandin tenê di gotinê de nema. Di nirxandinên kirîn de xwestin sererastkirinekê bidin civakê. Mudaxeleyî hemû beşên civakî, sazî, pêkhate û pêşketinên dîrokî kirin. Lê belê pêkhateya civakê xwedî hêzek wisaye ku dikare bi xwazayiya xwe pêşveçûnê bide afirandin. Ji ber vê sedemê bêy ku em bikevin vê kêmasiya zanistên civakî, dema ku me nirxandinên xwe kirin, em neçarin ku li gorî wê polîtîkaya xwe jî diyar bikin.
Lê belê piraniya zanistên civakî xwestine civakê ji jinê dûr bihêlin çareser bikin û dîsîplînekê bidinê. Di nava pêkhateyên civakê de hinek sûbje hatine diyarkirin û li ser serê vana jî zilam heye. Di nava civakê de zilam subjeya bingehîn e, di nava pêkhateya civakê de çîna rêveber weke subje hatiye destnîşankirin. Jin, zarok, yê tê rêvebirin û pêkhateyên nijadî kirine obje. Di pêkhateya civakî de dubendî hatiye avakirin. Ev dubendiya hatiye avakirin di pêkhateya civakî de qelişîn çêkirine. Ji xwe bingehê vê yê zanîstî zanistên civakî pêk anîne. Zanistên civakî li şûna çareserkirina pirsgirêkê, pirsgirêkên ku hene, hîn kûrtir kirine, di vê de para zanistên civakî pir e. Bi pêkhateya feraseta xwe yek ji dubendiyan di asta herî jor de bi nav kirine û vê jî li ser civakê ferz dikin. Çiqas jinê ji dervey civakê bigirin, ne karîne civakê baş şîrove bikin, ne jî zanistên civakî kariye xwe ji vê seqetbûnê rizgar bike. Zanisteka ku bi xwe seqete, her çiqasî ku bi civakê ve têkildare ji pirsgirêkên civakê dûr ketiye. Zanistên civakî di nava xwe bi xwe de ji ber sekna wan ya perçe perçe, nekariye bibe hêza çareseriya pirsgirêkên civakê. Jineolojî jî rexneyan li pirsgirêkên ku zanistên civakî di nav de ye dike û weke qadekî zanistî xwediyê îdîayekî ku hewil dide van pirsgirêkan derbaz bike ye.
*Gelo hûn van nîqaşan tenê bi Jinên Kurdistanî re di meşînin, yan jî bi jinên ji civakên din re jî dimeşînin?Jineolojî ne qadekî tenê ya jinên Kurdistanî ye. Jin ji çi netewê bin bila ji wê bin, ne girînge, tenê li rastî pêkûtî, tacîz, tecawiz û tundiyê hatibe. Em jinê weke, netew, çîn û zayendê destpêkê hatî perçiqandin bi nav dikin. Ji ber wê jineolojî ne zanistekî girêdayî netewekî diyare, zanistekî hemû jinan eleqedar dike ye. Lê ji ber ku zanistekî gelek nû ye, em nû nû nirxandinên xwe bi rê ve dibin. Beşên ku em nîqaşên xwe pêre parve dikin, eleqeyekî pir xurt pêş dikeve. Ji ber ku em bi nêzîkatiyekî ku di asta derbazkirina xitimîna femînîzm û zanistên civakî de dinirxînin, rolekî lûleya nefesê jî dileyîze. Ji ber vê sedemê jî eleqeyek mezin pêş dikeve.