Jineolojî bi HDP'ê re ye

Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz destnîşan kir ku çareserî ne li bloka faşîst a rastgir e, ne jî li blokên rastgir ên bi rengê 'çep' in. Yildiz got, çareserî HDP ye.

Ji rêveberiya Kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz diyar kir, di vê demê de ku nîjadperestî veguheriye projeya mayinde ya dewletê, gotin û nêzîkatiya "jiyaneke cuda pêkan e û em dikarin vê biafirînin" ji bo hemû hêzên demokrasiyê gelekî girîng e.

Endama Desteya Rêveber a Kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz işaret bi nêzîkatiya AKP'ê ya xitimandina çareseriya meseleya Kurd û bandora aborî-çandî-civakî ya vê yekê kir û got, "Eger hûn şer dikin, divê hûn pere xerc bike, çandê bigihînin asta şer-şehîdbûn-al-welat û jiyana civakî jî bi wesîleya rêzefîlman-fîlm-pirtûk-komele-ol veguherînin amûreke şer."

Yildiz destnîşan kir ku ev rewş demeke dirêj nikare bidome û got, "Haya hikumetê jî ji vê heye. Ji ber ku fêhm kir nema dikare bidomîne û asê ma, bi rêya hilbijartinê dixwaze xwe misoger bike."

EM BÊ ALTERNATÎF NÎNIN; HDP HEYE

Yildiz da xuyakirin ku hilbijartin hem ji bo gelê Kurdistanê hem jî ji bo gelên Tirkiyeyê gelekî girîng e û destnîşan kir ku ew bê alternatîf nînin.

Rojda Yildiz diyar kir ku çareserî ne li bloka faşîst a rast e, ne jî li blokên rast ên bi rengê 'çep' e û wiha dewam kir: "Li Tirkiyeyê tenê partiyeke alternatîf maye ku em dikarin li nava wê gotina xwe bêjin. Ew jî HDP ye. Ji bo jiyana bi hev re ya gelan, HDP weke alternatîfa yekane li ber me ye. Yekane partiya ku li tercîha me jinan dipirse HDP ye."

NÎJADPERESTÎ PROJEYEKE DEWLETÊ YE

Yildiz anî ziman ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên derdikevin pêşiya jinan, ew dikarin vê hilbijartinê weke firsendekê bibînin û got, "Di demekê de ku mirov ewqasî ji hev hatine dûrxistin, nîjadperestî mîna projeyeke dewletê tê meşandin gotin û nêzîkatiya 'jiyaneke cuda pêkan e û em dikarin vê biafirînin' ji bo hemû hêzên demokrasiyê gelekî girîng e."

WEKE KOMA JINEOLOJÎ EM Ê BIXEBITIN

Yildiz ragihand ku wê tevî saziyên din bixebitin û hewl bidin tarîtiyê ji ser xwe biavêjin. Yildiz destnîşan kir ku bi qasî hêza xwe wê xwe bigihînin welatiyan û li ser bê edaletiya vê hilbijartinê jî rawestin.