Jinên Wanî êrîşên li Rojava şermezar kirin
Jinên Wanî êrîşên li Rojava şermezar kirin
Jinên Wanî êrîşên li Rojava şermezar kirin
Li Rojavayê Kurdistanê, kuştina siyasetmedarê Kurd Îsa Huso û êrîşên li dijî Kurdan, li Wanê ji DOKH'ê ve bi daxuyaniyekê hatin şermezarkirin.
Bi pêşengiya Tevgera Jinê ya Azad û Demokratîk (DOKH) li Wanê, bi armanca şermezarkirina êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek li çapemeniyê hat dayîn. Kuştina Endamê Konseya Bilind a Kurd Îsa Huso û komkujiya Kurdan, li Parka Feqiyê Teyran bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin.
'EM ÊRÎŞA LI DIJÎ ÎSA HUSO LANET DIKIN'
Aktîvîsta DOKH'ê Leyla Işik daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku komkujiyên dewlet û hîzbûllahê bi hev re di salên 90'î de dikirin, îro li Rojava ji aliye çeteyên El Qaîde yên bi piştgiriya derve ve tên kirin. Işik da xuyakirin ku ew vê êrîşa terorîstî şermezar dikin û lanet dikin û got, "Em dizanin ku ev êrîşên li Rojavayê Kurdistanê piştgiriyê ji Fransa, Îngilîstan, DYE û Tirkiyê û gelek hêzên serdest digirin. Berê jî li dijî Kurdan polîtîkayên bi vî rengî yên êrîşkariyê hatin kirin. Zîlan, Roboskî, kuştina 3 şoreşgerên jin li Fransayê. Ronînekirina van bûyeran fikaran diafirîne ku êrîşên nû dikarin rû bidin."
‘DIVÊ AKP BÊYÎ DERENG BIMÎNE GAVAN BIAVÊJE’
Işik daxuyaniya KCK'ê ya diyar kiribû ku heta 1'ê Îlonê eger gav neyên avêtin wê pêvajoy bixetime, nirxand û got, "KCK'ê da xuyakirin ku eger rewşa tenduristiyê ya Birêz Ocalan neyê başkirin, mercên girtîgehê neyên sererastkirin û hikûmet ji bo demokratîkbûnê gavan neavêje, wê pêvajo di 1'ê Îlonê de biguhere. Em dixwazin hikûmeta AKP'ê hem kuştinên kiryar ne diyar ronî bike, hem jî bêyî dereng bimîne gavan biavêje."
Li dû daxuyaniyê ji bo 5 deqeyan çalakiya rûniştinê hat kirin û kom belav bû.