Jinên Tûnisî ji bo 'seks a cîhadê' dişînin Sûriyê
Jinên Tûnisî ji bo 'seks a cîhadê' dişînin Sûriyê
Jinên Tûnisî ji bo 'seks a cîhadê' dişînin Sûriyê
Profesora Beşa Fîlozofê ya Zanîngeha Tûnisê û Sekretera Giştî ya Komeleya Pêşvebirin û Lêkolînê ya Jinên Tûnisî Khadîdja Ksoûrî Ben Hassîne di konferanseke li Parlamenta Swêdê de diyar kir ku li dû şoreşa li Tûnisê kom û partiyên îslamî yên radîkal dixwazin feraseta xwe bicih bînin û jinan bikin kole. Ben Hassîne anî ziman ku rêxistinên îslamî yên radîkal jinên ciwan ên Tûnisî dixapînin, wan dikin koleyên seksê yên ji bo cîhadiyên li Sûriyê şer dikin û haya partiya li desthilatdariyê jî ji van hemûyan heye.
Hassîne anî ziman ku komên radîkal ên îslamî li zanîngeh, lîse û dibistanên seretayî hewl didin keçên ciwan qanih bikin ku bi şervnên wan ên li Sûriyê re şer dikin "Mehra Cîhadî" bi wan bide kirin, keçên dixapînin dişînin Sûriyê û weke koleyên seksê bikar tînin.
Hassîne anî ziman ku Wezîrê Karên Derve yê Tûnisê, di sala 2012'an de Mohammed Arîfî yê "Mehra Cîhadî" diparêze bi xaliya sor pêşwazî kiriye û gelek burokratên payebilind jî daxuyaniyên ku destekê didin çûyîna jinan ji bo cîhadperestên li Sûriyê dane. Hassîne destnîşan kir ku ev yek gelekî dûrî çanda wan e, lewma civaka Tûnisê xistiye nava şokê.
Hassîne anî ziman ku li gorî îfadeyên şahidan ên dane Wezîrê Karên Hundir ê Tûnisê, her keça dişînin Sûriyê li destavêtina 20 heta 100 cîhadperestan rast tên, bi ducanî vedigerin û nexweşiyên zayendî yên mîna AIDS'ê li wan peyda dibin.
Hat destnîşankirin ku di Mijdara par de li dibistan, zanîngeh, mizgeft û meydanan sê rojan propaganda "Mehra Cîhadî" hatiye kirin û hin meleyên ji vê rewşê ne razî ne û tînin ziman ku cihê vê di Kûranê de nîne, Wezîrê hikûmetê yê ji karên olî berpirsyar, bi destûrdayîna propaganda oldarên radîkal sûcdar kirine.
Hassîne da xuyakirin ku pêşeroja "zarokên cîhadê" yên jinên ducanî mane, rewşeke şîzofrenî ye û got, "Li gorî Îslamê, qeyda zarokên li derveyî zewacê nayê kirin. Lê di heman demê de li gorî Îslamê xweparastina ji ducaniyê û kurtaj, qedexe ye."
Hassîne da xuyakirin ku partiya hikûmetê îdîa dike ku yên van zarokan weke zarokên xwe qebûl bikin û xwedî bikin mirovên baş in û di vî warî de bang kir. Hassîne destnîşan kir ku jinên ji bo cîhadê tên şandin, dema vedigerin travmayên cidî dijîn.