Jinên Tum Bel-Senî banga vekirina korîdorê kirin

Jinên Tum Bel-Senî banga vekirina korîdorê kirin

Jinên ji Tum Bel-Senê yên hatin gundê Mehserê yek ji cihê çalakiyên destekkirina berxwedana mezin a Kobanê ye, ji bo Kobanê ya di bin gefa komkujiyê de ye banga vekirina korîdora alîkariyê kirin.

Endamên Meclîsa Jinê ya Navenda Tum Bel-Senê yên hatin cihê çalakiya nobedê gundê Mehser ê navçeya Riha Pirsûsê, li vir daxuyaniyek dan çapemeniyê. Jinên sendîkayî yên berdila bi nivîsa "Jin jiyan azadî" û "Bijî biratiya gelan" li xwe kirin, pankarta bi nivîsa "Li Kobanê berxwedana jinê, li Rojhilata Navîn wê aştî qezenç bike" hilgirtin. Li ser navê Tum Bel-Senê Sekretera Jinê ya Navenda Giştî Melîha Beysulen daxuyanî da. Beysulen ragihand ku ji ber dorpêçiya DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê rewş hînê krîtîk e û destnîşan kir ku êrîşên hewayî yên hêzên koalîsyonê bi têrî girtina encamê nakin. Beysulen xwest Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê timî vekirî be û ji bo Kobanê tavilê korîdoreke alîkariya însanî were vekirin.

Jinên Tum Bel-Senî piştî daxuyaniyê, bi çepik û tilîliyan şervanên YPJ'ê yên veguherîne sembola berxwedana Kobanê, silav kirin.