Jinên TMMOB’yî nerazîbûn nîşanî hewldanên hikûmeta AKP’ê ya ji bo sînordarkirin û rakirina mafê jinan ê kurtajê dan û jinan daxuyaniyên Erdogan ên der barê kurtajê de weke hewldana Erdogan ji bo avakirina dîkdatoriya li ser bedena jinê nirxandin. Jinan got; “Hedê xwe bizane Serokwezîr.”
Nerazîbûnên jinan ên li hemberî daxuyaniya “Kurtaj cinayet e. Qilaban çi be, kurtaj jî ew e” her ku diçin zêdetir dibin. Jinên TMMOB’yê nerazîbûnek tund nîşanî hewldanên hikûmeta AKP’ê yên ji bo sînordarkirin û rakirina mafê jinan ê kurtajê dan. Jin ji Navenda Çandê ya Kocatepeya Enqereyê meşiyan ber avahiya AKP’ê ya Enqereyê.
Jinan di meşê de “Kurtaj maf e, bendena me ya me ye” vekirin û dirûşimên “Destê xwe ji beden, nasname û keda min bikişîne”, “Kurtaj mafek e, nayê gotûbêjkirin” qêriyan. Her wiha zilamên TMMOB’yî jî beşdarî çalakiya jinan bûn û piştgirî dan wan.
Ji ser navê jinên TMMOB’yî ji Odeya Endezyarên Înşaatan Jale Akel daxuyaniyek da. Akel diyar kir ku Erdogan ku ber gotibû “Sê zarokan bînin”, niha jî dixwaze mudaxeleyê mafê kurtajê yê jinan bibe. Akel bal kişand ser daxuyaniya Erdogan a ku kurtajê dişibîne Komkujiya Qilabanê û daxuyaniyên rayedarên hikûmetê ên der barê kurtajê de û got; “Hikûemta AKP’ê dixwaze bedenên me têxe bin kontrola xwe. Lê kurtaj mafek e, em ê bi xwe biryar bidin ka em ê kurtaj bibin an na.”
Akel bal kişand ser daxuyaniya Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Edogan a “Kurtaj cinayet e. Qilaban çi be, kurtaj jî ew e” û got; “Serokwezîr bi van gotinên xwe xwestiye bêje ‘hûn zarokan bînin dinê, her çawa be em ê wan bikujin’.
Herî dawî Akel bang li Erdogan kir ku li hemberî jinan rêzdar be û ev bang li Erdogan kir; “Hedê xwe bizane Serokwezîr.”