Jinên Swîsreyî destek dan Leyla Guven

Koordînasyona Greva Netewî ya Jinên Swîsreyî piştgirî dan Guven û gotin; “Divê tecrîda li ser Ocalan ê li Rojhilata Navin tê wateya aştiyê demildest bi dawî bibe. Divê daxwazên Guven werin qebûlkirin.”

Koordînasyona Greva Netewî ya Jinên Swîsreyî ya 14’ê Hezîrana 2019’an bi daxuyaniyekê piştgirî da Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven ku ev 76 roj e ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye.

‘DAXWAZÊN GUVEN QEBÛL BIKIN’

Di daxuyaniyê de hate gotin; “Em piştgiriyê didin têkoşîn û daxwazên Leyla Guven. Guven bê hiqûqî hate girtin û tevî ku parlamentere heta niha jî bi zanebûn li girtîgehê tê ragirtin.”

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Leyla Guven ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan û daxwazên aştiyê di greva birçîbûnê de ye û wiha hate gotin; “Leyla Guven 76 roj e di greva birçîbûnê de ye û îro bi sedan kes ketine greva birçîbûnê û çalakiya Guven mezintir dikin. Em jin daxwaz dikin ku daxwzên Guven û hevalên wê werin qebûlkirin. Divê tecrîda li ser Ocalan demildest were rakirin.”

‘JI BO AŞITIYÊ EM AZADIYÊ DIXWAZIN’

Di daxuyaniyê de hate gotin ku tecrîd sucekî dij mirovahiyê ye û ev tişt hatin gotin; “Ocalan ê ku ji bo Rojhilata Navin tê wateya aşitiyê îro dibin tecrîdeke giran de ye. Leyla Guven bûye sembola aşitiyê, em jin dengê Leyla ne, ji bo aşitiyê azadiyê dixwazin. Tecrîdê bidawî bikin.”