Jinên Sêrtî gêrîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) ku di sala 1996’an li Dêrsimê çalakiyek fedaiyane pêkanî bimeşekî meşaleyî bibîranî.
Di demjimêrên duh şevê de li taxa Çakmak ya Sêrtê bisedan jin hatin cem hev û Zeynep Kinaci (Zîlan) ya ku di sala 1996’an de li Dêrsimê çalakiyekî fedaiyane pêkanî bû meşek li darxistin. Di meşa bimeşale de jinan sloganên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” avêtin. Di meşa ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Zîlanê hatîn vekirin jinan tîlîliyan. Piştî meşa bimeşale jinan dawî li çalakiya xwe anî.