Jinên Şengalî jî dibêjin tundî ne çarenûsa me ye
Jinên Şengalî jî dibêjin tundî ne çarenûsa me ye
Jinên Şengalî jî dibêjin tundî ne çarenûsa me ye
Li Başûrê Kurdistanê, qetilkirina jinan, xwekuştin û bûyerên destavêtinê her dewam in. Li gorî statîstîkan li Başûrê Kurdistanê her 4 rojan jinek tê qetilkirin û her 3 rojan jî jinek radestî destavêtinê tê. Li gorî hejmarên fermî, di nava sê salên dawî de hejmara jinên xwe şewitandine, hezar derbas kiriye. Saziyên jinan bawerin ku hejmara jinên dawî li jiyana xwe anîne, ku vê yekê bi giranî bi rêbaza xwe şewitandinê dikin, gelekî zêdeyî vê hejmara fermî ye.
Li Başûrê Kurdistanê, yek ji herêmên ku herî zêde jin bi xwekuştinê re rûbirû tên hiştin û rastî neheqiyê tê herêma Şengal e.
Li Şengalê ku piştî dibistana navîn derfetê perwerdeyê ji jinan re nayê dayîn, di saziyên dewletê de gelekî kêm jin tên dîtin. Jinên Şengalî rewşa ku dijîn bi gotina "Li vê derê jin dişbin mirovê seqet û kor. Hewl tê dayîn bi tundiyê jin bê termiyekirin" tînin ziman.
Jinên Şengalî ji ANF'ê re axivîn û destnîşan dikin ku xwekuştin tê wateya serhildana li dijî vê statuya civakî û banga hestiyariyê li rêxistinên jinan dikin.
Jina bi navê Canê Haydar ragihand ku li gelemperiya Iraqê şert û mercên jin tê de dijîn nebaş in û got, "Li vê erdnîgariya em îro lê dijîn, tundiya li hemberî jinê gelekî zêde ye. Ji ber vê yekê jî bûyerên xwekuştinê rû didin. Di televîzyonan de gelek bûyerên bi vî rengî dixuye. Ji ber ku mafê perwerdeyê ji jinan re nayê naskirin, der barê mafên xwe û rewşa dijî de serwext nînin, lewma nizanin çawa pirsgirêkên xwe çareser bikin."
MÎNA MIROVÊ ASTENGDAR E
Haydar da xuyakirin ku jin rastî tundiyê tê lê ne di haya vê de ye û got, "Ji ber ku li cihekî kevneşopiyên eşîrî lê serdest e jin dibêje qey tiştên dijî asayî ne. Li Şengalê jî rewş bi heman rengî ye. Jin dişibin mirovê seqet û kor. Li Şengalê doktoreke jin, mamosteyeke jin nîne. Li vê derê destûr nayê dayîn ku jin bixwînin, zane bibin. Di rewşeke welê de ye ku nikare tiştekî bikire yan bifiroşe. Ev yek di Misilmantiyê de jî di Êzidîtiyê de jî bi heman rengî ye. Halbûkî mîna mêr divê jin jî beşdarî jiyana civakî, jiyana siyasî bibe."
‘HEWL TÊ DAYÎN JIN BI TUNDIYÊ BÊ TERBIYEKIRIN’
Haydar sedema xwekuştinê jî bi van gotinan rave dike; "Hewl tê dayîn bi tundiyê jinan terbiye bikin. Jin xwe dişewitînin, dikujin, bi awayekî dawî li jiyana xwe tînin. Sedema van hemuyan tundiya lê rast tê ye. Dervehiştina li jiyanê ye."
Jina bi navê Wetha Xelîl jî gazinan li rêxistinên jinan, li siyasetmedarên jin dike.
Xelîl ragihand ku ev derdorên mijara gotinê bala xwe nadin rewşa jinan a li Şengalê û ew vexwend hestiyariyê. Xelîl got, "Li herêma me hukmên feodalî serdest in. Jin ji bilî malê hema hema qet nîne. Yê ku pêşî li vê digire, mejiyê serdest ê mêr e. Ev pirsgirêkeke hişmendiyê ye. Lê rastiyeke."
ÇIMA EM NEBIN MÎNA JINÊN LI ROJAVA?
Xelîl diyar kir ku ew ji bo xwe, jinên li Rojava weke model dibîne û wiha peyivî:
"Binêrin li Rojava jin, mêr di şer de di her qada jiyanê de bi hev re cih digirin. Çima li vê derê ev jî nebe. Pêwîstiya civakê herî zêde bi vê heye. Ez têkoşîna jinên Kurd a li Rojava silav dikin. Eger li vê derê jin zane bibe û xwe bi rêxistin bike, dê bi hêsanî li vir jî pêk were."
‘BERDÊL HÎNÊ DEWAM DIKE’
Jina bi navê Şîrîn Şîrîn jî da xuyakirin ku "berdêl" a hînê dewam dike yek ji sedemên xwekuştina jinan e û got, "Zilamek keçekê direvîne, dûre jî di bin navê berdêlê de xwişka xwe dide aliyê din. Jinên ku vê rewşê qebûl nakin, dawî li jiyana xwe tîninû bi vî rengî li dij derkevin. Gelek bûyerên xwekuştinê bi vî rengî rû didin. Bêguman gelek sedemên wê yên cuda hene. Ev yek bi tena serê xwe têrê dike ku statuya jinê ya di nav civakê de, tundiya lê rast tê, were ravekirin."
Şîrîn diyar kir ku rêyên cuda hene ku jin karibin li dij derkevin û got, "Ya ku li dijî vê divê were kirin zanebûn, rêxistinbûyîn û têkoşîn e. Eger pêwîst be divê em li malan kom bibin û nîqaş bikin, tak bi tax bigerin û jinan bînin gel hev. Eger em vê bikin emê hêza xwe derxînin holê û vê rewşê çareser bikin."