Jinên Rûs û Kurd: Em ê bi berxwedanê tecrîdê rakin

Jinên Rûs û Kurd nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Ocalan dan û diyar kirin ku li dijî tecrîdê wê bi hev re têbikoşin.

Pêkhateyên Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî yên li Rûsyayê têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek dan.

‘DEWLETA TIRK SUCÊ MIROVATIYÊ DIKE’

Seroka TJKN’ê Cûlyeta Aram diyar ku Ocalan 18 sal in di bin tecrîdê de ye û ligel şertên tecrîd û tendirustiyê mijara herî girîng ewlekarî ye û got, “Jixwe tecrîd sûcê mirovayetiyê ye û ligel ku li dijî hiqûqa Komara Tirkiyeyê jî, Tirkiye dîsa jî tecrîdê dike. Ocalan li vê derê ne bi tenê takekesek e. Tecrîda li ser Ocalan tê wateya şerê li dijî gelan. Tecrîda li ser Rêber Apo polîtîkaya îşkenceyê ya sîstematîk e.”

‘JINÊN KURD BÛN SEMBOLA BERXWEDANÊ YA VÊ SERDEMÊ’

Aram got ku, “Çawa ku Kurdan lîstokên qirêj ên dewleta Tirk xera kirin wê îro jî karibin van lîstokên wan pûç bikin. Giyanê berxwedanê yên jinên Kurd dikare vî tiştî bike. Divê her kes berxwedana jinên Kurd qebûl bike. Ji ber vê jî jinên Kurd bûne sembola berxwedanê ya vê serdemê. Ji ber vê jî em dibêjin, ‘Wê tecrîd têk biçe û wê azadî bi ser bikeve.”

‘RABÛNA LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊ WATEYA RABÛNA LI DIJÎ ŞER’

Li ser navê jinên Rûs jî Natalya Paladîy jî axivî û got, “Tecrîda li ser Ocalan, ne bi tenê li ser Ocalan e, tê wateya tecrîda li ser hemû gelan û gelê Kurd. Rabûna li dijî tecrîda li ser Ocalan tê wateya rabûna li dijî şer jî. Em jinên Rûs qîmetê didin vê kampanyaya ‘Wê tecrîd têk biçe û wê azadî bi ser bikeve.’ Jinên Kurd ji bo hemû jinên cîhanê bûne roniya hêviyê.”