Jinên PAJK’î ji bo Kobanê banga seferberiyê kir
Jinên PAJK’î ji bo Kobanê banga seferberiyê kir
Jinên PAJK’î ji bo Kobanê banga seferberiyê kir
PAJK’ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê ya li Kobanê êrîşan pêk tînin hesabên dagirkirina Kobanê dikin û wiha got: “Ketina Kobanê, tê wateya ku Kurdistan dikeve bin kontrolê. Çeteyên ku êrîşî Kobanê dikin dijminekî ku li dijî jin û jiyanê xwe bi rêxistin kirine. Em bang li hemû jinan dikin ku bi ruhê seferberiyê tevlî têkoşînê bibin."
Koordînasyoan Partiya Azadiyê ya Jinan Kurdistanê (PAJK) der barê êrîşên DAIŞ’ê ya li hemberî Kobanê daxuyaniyek da û banga seferberiyê li jinan kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şoreşa Rojava encama têkoşîna 40 salî ye û hat gotin ku avakirina pergala xweseriya demokratîk ev 3 sal e didome.
ALTERNATÎFEKE KU QEDERA GELAN TAYÎN DIKE YE
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pergala li Rojava hatiye îlankirin wiha gotibû; '300 salên pêş ji bo gelên Rojhilata Navîn pergaleke alternatîf ya ku dikarin qedera xwe tayîn bike ye’. Kurdistana Rojava ya ku modela pergala alternatîf a ku gelê Rojhilata Navîn dikarin qedera xwe tayîn bikin, her tim rastî êrîşan hatiye û projeya komkujiyê li ser hatiye kirin. Hêzên kapîtalîst û emperyalîst vê hewldanê li dijî pergalên xwe wek xetere dibînin û ji bo Şoreşa Rojava bifetisînin her tiştî dikin. DAIŞ ku niha li serê gelê Kurd muselet kirine, asta tirsa li dijî pergala konfederal nîşan dide. Ev çete ji derve hatiye îxrackirin û li serê gelên Rojhilata Navîn kirine bela.
DAIŞ BI HOVÎTIYA XWE LI DIJÎ HEMÛ MIROVAHIYÊ TEHDÎD E
DAIŞ bi hovîtiya ku niha dimeşîne li serê hemû gelên Rojhilata Navîn bûye tehdîd û êrîşî Mislimantî, bawerî, exlaq û nirxand dike. Lê heta îro tu dewletekê helwest û bertekek cidî nîşanî vê çeteyê nedaye. Her çiqas îro gelek dewlet din bi navê koalîsyonekê de dibêjin dê operasyona hevpar pêk bînin jî, tu rastiya wê tune.
KETINA KOBANÊ TÊ WATEYA KU KURDISTAN DIKEVE BIN KONTROLÊ
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku çeteyên DAIŞ’ê ji bilî Kurdan tu astengiyê li pêş xwe nabînin û got: “ DAIŞ’ê li Rojava darbeyên cidî girt û vê carê berê xwe dan Başûr. Li Mûsilê astengiyek nedîtin û ji ber vê êrîşên Şengalê kirin. Lê li Şengal û Mexmûrê bi berxwedana Tevgera Azadiya Kurd re hatiye rû hev. Dîsa îro ev çete li Kobanê êrîş dikin. Ketina Kobanê tê wateya ku Kurdistan dikeve bin kontrolê.
TABURA DAYIKÊN KOBANÊ
PAJK’ê ev bang kir: “Tabura dayikên me yên Kobanê hê nehatiye jibîrkirin. Ji 7’an heta 70’ê bavan bi kurên xwe re li eniyan têkoşiyan. Îro dîsa em bi êrîşên ku berxwedaneke destanî dixwaze re rû bi rû ne.
Ji bo ku Şengaleke duyem neyê jiyîn û hovîtiyek mezin pêk neyê çi ji destê me tê divê em bikin. Em bang li gelê her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku tevlî têkoşînê bibin.
ŞERKIRIN PEYWIRA JINANE
Em bang li jinan dikin ku xwedî li Kobanê derkevin û wek tê zanîn çete dijminekî ku li dijî jin û jiyanê hatiye rêxistinkirinê ye. Ji ber vê jî li dijî vê çeteyê meşandina têkoşînê peywira jinan e. Ji ber vê em banga xwedîderketina li Kobanê dikin. Em berxwedana Kobanê silav dikin û berxwedana bi pêşengiya jinê ji niha ve pîroz dikin.”