Jinên ODP’ê bertek nîşanê daxuyaniya serokwezîrê Tirk Tayyîp Erdogan a der barê kurtaj û sezeryanê da û gotin: “Dest û zimanê xwe ji bedena me bikişîne’
Koordînasyona Jinan a Gitşî ya ODP’ê di daxuyaniya xwe de wiha gotin: “Serokwezîr û burokratên AKP’ê ji roja ku hatine desthilatdariyê heta îro li ser jinan îfadeyên wekî namûs, exlaq bikar dianÎn û niha jî jin bi kujerbûnê tên sûcdarkirin. Erdogan di konferansa Pêşvebirin û Nifûsê ya Navnetewî de ku ji aliyê Foruma Parlmenterên Ewropa û Fona Nifusê ya NY’ê ve hatibû organîzekirin bû û li wir welidîna bi sezeryanê û kurtaj wekî cînayetê binav kir.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “ Em jin dipirsin. Hêj sala borî li Samsunê bebekek 2,5 ya malbatekê ji birçîna mir,
Li Antalyayê bavekî keça xw eya 12 salî ji ber ku deynî wî hebû firot kesekî 54 salî,
Li Sêrtê 4 zarokên keç rastî tecawîza 35 kesên k udi nava wan de peywirdarên dewletê jî hebûn, hatin.
Li Erziromê navçeya Tortumê jina bi navê Leyla Yalçinkaya ji berk u li hemberî HES’ê têdikoşe, der barê wê de 8 doz hatin vekirin.
Dişat Aktaşa ku mirina mamoste Metîn Lokum jÎ protesto kir û polîsan ji bo wê hîtaba ‘jine, keçe’ bikaranîbûn hestiyên piştî wê hatibû şikadin,
Zaroka 13 salî N.Ç rastî tecawîza 26 kesan hatibû, di nava wan de memurên dewletê jî hebûn. Lê dadgehê got ku daxwaza keçikê jî hebû,
Piştî kuştina Munevver Karabulut li şûna ku hun kujer bibînin, daxuyaniya ‘Ger tu keça xwe serbest bihêlî , ya ji zurnê re, ya ji defê re’ kiribû,
Ayşe Paşaliya ku her roj serî li polîsan dida û tu tedbîr nehat girtin Û hate uştin, her wiha rojê 5 jin ji aliyê bav, hevsr, bira û destgiriyên xwe tên kuştin,
Li welatê me 5,5 mîlyon zarokên bûk hene û bi kanûna 4+4+4 pêşiya vê zêditir vedibe,
Tenê jinên zewicandî li hemberî şîdetê tên parastin, tenê ji bo jinên bî wekî sembolî maaş tê girêdan,
Li şûna perwer, lênerîn, îstîhdam û ewlehiya 100 hezar jinî bikin ji aliyê dewletê ve wesîka tê dayîn,
Kî bi namûse? Kî bi ahlake? Kî kujer e?
Heta kul i hemberî ked, beden û nasnameya jinê êrîşên saziyên pergalê yên serdest bidomin, dê têkoşîna me jî bidome.
Serokwezîr dest û zimanê xwe ji bedena me bikişîne! Keda me, bedena me, nasnameya me ya me ye!