Jinên MLKP'yî ji bo Vînar Semsûr sersaxî xwestin
Şervanên jin ên MLKP’yî ji bo şervana YJA Star Vînar Semsûr (Kader Korkmaz) a dema li hember çeteyên DAIŞ şer dikir jiyana xwe ji dest da, peyama sersaxiyê weşandin.

Jinên MLKP’yî sersaxî ji rêheval, malbat û dostên Semsûr re xwestin û gotin, "Rêheval Vînar di temenê xwe yê ciwan de ji bo xiyalên Kurdistana azad pêk bîne bê teredût têkiliyên xwe bi pergalê re qut kir û berê xwe da çiyayên azad. Piştî komkujiya ku çeteyên DAIŞ’ê li hember civaka Êzidî pêk anîn, rêheval Vînar hat Şengalê û di sengeran de cihê xwe girt.”
'TÊKILİYÊN MÎNAK AFIRAND'
Di peyamê de hat gotin ku Vînar Semsûr, 'hember hovîtiya DAIŞ’ê êşa jin û civaka Êzidiyan ji kûr ve hîs kir û ev veguherand biryardariya şer’.
Di peyamê de wiha hat gotin: "Em li hember bîranîna rêheval Vînar a bi hişmendiya cins a pêşketî, aqil û ruhê şerker timî dixwest li pêş şer bike, bi rêz bejna xwe ditewînin.”