Jinên Mêrsînê destdirêjiya leşkeran tund şermezar kir

Jinên Mêrsînê destdirêjiya leşkeran tund şermezar kir

Aktivîstên Platforma Jinên Mêrsînê bûyera zaroka 16 salî E.A ku li Çewlikê rastî destdirêjiya leşkeran hat û leşker ji aliyê dadgehê ve serbest hatin ber dan, bi tundî şermezar kir. Jinan bang li Wezareta Dadê kir ku xwedî peywira xwe.

Hevparên Platforma Jinên Mersînê ku li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê hatin gel hev, bê navber dirûşmên "Bimire milîtarîzma tecawizkar", "Jin jiyane jiyanê nekuje" û "Tecawikaran ne parêze û nebe hevkar" qîr kirin.

Li ser navê Platformê Tulîn Şahîn Okay axivî û diyar kir ku, rûyê şer ê gemarî yek bi yek derdikeve holê. Okay anî ziman ku, ew her roj rastî tevboyeke wiha ecêb tên û wiha got: "Hişmendiya ku xwe dispêre mantiqê martalê leşkerî êdî ne ma dikare xwe veşêre. Li hemberî vê yekê êdî kes bêdeng namîne. Em hemû şopdarê vê dozêne. Ji ber ku em naxwazin bi tecawizkaran re bijîn."