Jinên Meclîsa Îşatar ên hatin dersînorkirin daxuyanî dan

çalakvanên jinên Meclîsa Îştar ên ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hatibûn dersînorkirin, ji aliyê jinên Meclîsa Îştar ve hatin girtin. Jinan daxuyanî dan û helwesta PDK’ê şermezar kirin.

Endamên Meclîsa Îştar ên ku ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya NY’yê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bidorveger kiribûn, ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hatibû destgîrkirin, dersînorî Hewlêrê hatibû kirin.

Endamên Meclîsa Îştar ên li pêşiya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a Hewlêrê ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hatibûn destgîrkirin û piştre dersînorî Hewlêrê hatibû kirin, ji aliyê Meclîsa Îştar ve li seyetereya Bazargeh a Qereçûxê. hatin girtin.

Li ser navê Meclîsa Îştar û Komîteya Çalakiyê Leyla Arzû Îlhan daxuyaniyek da. Îlhan bal kişand ser çalakiya li pêşiya avahiya li pêşiya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Hewlêrê ku nêzîkatiyên NY û PDK’ê ne ji hev dûrin. Îlhan diyar kir ku qaşo NY mafê mirovan diparêzin, lê bi xwe destûrên xwe binpê dikin. Îlhan diyar kir ku ji roja duyemîn a çalakiyê û şûnde êrîşên Asayîşa PDK’ê bi dawî nebûn. Îro jî li ser hev du caran êrîş kirin û hê jî hinek ciwanên me destgîrkirîn.

Îlhan anî ziman ku bi awayekî hovan e saetên danê şevê asayîşa PDK’ê ser bi çalakiyê de girtin û bi darê zorê jin hatin destgîrkirin. Îlhan helwesta PDK’ê şermezar kir û gotin: “Hevrêyên me yên di çalakiyê de ne piştî demekê û şûnde dersînorê Hewlêrê kiri û anîn seytereya Bazargeh a Qereçoxê. Wisa dixuyê ku ji derveyî Hewlêr herêmên din ên Kurdistanê weke xaka Kurdistanê nayê pejarandin ji bo wê em dersînor kirine.”

Leyla Arzû Îlhan herî dawî got çi dibe bila bibe wê bi şêwazên cuda çalakiyên xwe bidomînin.