Jinên mamoste yên Mexmûrê perwerdeya xwe bidawî kirin
Dewreya perwerdeyê ya Şehîd Avînar ku ji bo jinên mamoste yên Mexmûrê hatibû vekirin îro bi merasîmekê bidawî bû.
Dewreya perwerdeyê ya Şehîd Avînar ku ji bo jinên mamoste yên Mexmûrê hatibû vekirin îro bi merasîmekê bidawî bû.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) beriya ku dibistan vebin, ji bo mamosteyên jin ên wargehê dewreyek perwerdeyê di 18’ê Tebaxê de li avahiya Mala Gel hatibû desetpêkirin. Dewreya perwerdeyê ku bi navê Şehîd Avînar di bin sêwana Akademiya Şehîd Jiyan de hatibû destpêkirin îro bi merasîmekê bi dawî bû.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê avaftina girtinê ji aliyê Mamosteya Akademiya Şehîd Jiyan, Bêrîvan Îşlek ve hat kirin.
Bêrîvanê di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser tûndiya li ser jinê û got: “Dijmin herî zêde ji perwerdekirina civakê bi taybet perwerdekirina jin ditirse. Ji bo wê li kuderê perwerdeyek a jin dema tê dayîn êrîşî wê derê dike û nahêle jin bên perwerdekirin. Em wek gelê Kurd bi taybetî yê ku bi salan e bi penabertiyê jiyan dike bi hêviyên Rêbertî û perspektîfên Rêbertî ku ji wana dixwaze jiyana xwe didin berdewamkirin û rêxistina xwe didin çêkirin. Ji bo wê taybet pêwîste jin, em kêlî bi kêlî di nava çalakiyan de bin, ji bo em hîn zêdetir Rêbertiya xwe bêxin rojeva xwe. Ev perwerdeya ku me dîtî jî em nebêjin perwerdeyeke ji rêzê ye ku her sal tê dayîn. Ji ber ku her perwerdeya ku tê destpêkirin çalakiyeke li hemberî êrîşên dijimin. Em spasiya hemû mamosteyan dikin û ji bo dema nû ya perwerdeyê jî em serketinê ji wan re dixwazin.”
Dewreya perwerdê ya Şehîd Avînar bi gerandina govendê bi dawî bû.