Jinên li Başûrê Fransayê di kampa Jineolojiyê de li hev civiyan

Jinên Kurd li bajarê St. Maxîmîn ê Fransayê di kampa Jineolojiyê de li hev civiyan ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan ve hate organîzekirin.

Jinên Kurd ên li Başûrê Fransayê dijîn, di kampa Jineolojiyê de li hev civiyan. Kamp li bajarê St. Maxîmînê pêk hat û ji aliyê Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan a Marsîlyayê ve hate organîzekirin. 40 jin tevlî kampê bûn û 4 rojan dewam kir.

Şevîn Kekîk ku bernameya perwerdeyê ya roja destpêkê ya kampê amade kir, işaret bi baldariya jinan kir û got, perwerde ji roja destpêkê heta ya dawiyê ve gelekî erênî derbas bû. Kekîk got, "Dema ku jinan perwerde didîtin, zarokên wan jî bi wan re bûn û li nava xwezayê ji xwe re bi lîstikan dilîstin."

Ji komîteya Jineolojiyê Zîlan Diyar li kampê qala dîroka tevgera jinên Kurd û pêvajoyên guhertinê kir. Diyar anî ziman ku jinên tevlî kampê bûn gotin ku perwerde gelekî erênî derbas bûye û got, bi saya vê perwerdeyê hê bêhtir ji xwe bawer bûne.

Yek ji mijarên sereke yên perwerdeyê, hevjiyana azad bû. Di roja dawî ya kampê de jinên beşdar lîstikên şano pêşkêş kirin û koroya ji zarokan derketin ser dikê. Kamp bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" qediya.