Li Bremen, Ûlm û Parîsê çalakiya piştewaniyê ya bi jinên Efgan re- NÛ BÛ-I

Li bajarên Elmanya Bremen û Ûlm û paytexta Fransa Parîsê çalakiya ji bo piştewaniya bi gelê Efgan re hat lidarxistin.

Li Bremenê bi armanca balê bikişînin ser metirsiyên ku di serî de jin û gelê Efganî ya piştî ku Talîbanê Efganîstina bidest xistî pêre rû bi rû ne.

Çalakî li Maktplatzê hat lidarxistin.

Saziya şoreşger a enternasyonalîst ku tevlî çalakiyê bibû têkildarê girîngiya têkoşîna jin ya li hemberî hişmendiya zilamsalarî axaftin pêşkêş kir.

Di axaftina ku ji aliyê nûnera TJK-E’yê hat kirin de destnîşan kir ku gelê herî baş ji gelê Efgan fêm dike gelê Kurd e û hat gotin ku pêwîstiya gelê Efgan ne bi hêzên hegemon ên cîhanî yên hêmanên modernîteya kapîtalîstin heye û ne jî bi Talîbanê cîhadîst û dijminê jinê heye; rêxistinbûyîna modernîteya demokratîk ya azadiya jinê bingeh digire rêya rizgarbûyînê ye.

ÛLM

Li bajarê Ûlm yê Elmanya jî bi mebesta piştewanîkirina gelê Efgan çalakiyek hat lidarxistin.

Di çalakiya ku li ser banga Înîsiyatîfa Seerbrucke hat lidarxistin pankart û dovîzên li ser hatibûn nivîsandin “Niha pira hewayî çêbibe” û “Cihê me hey” hatin hilgirtin.

Çalakî li Munsterplatzê pêkhat û bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn. Li wir di axaftinan de bal hat kişandin li ser siyasetên antî demokratîk, şerîatger û dijminê jinê yên Talîban.

 Her wiha peyama “Divê bêjin ku ji bo jiyanek hê bêhtir bi ewle ji bo gelên Efgan û yên din cihê me heye û em wana hembêz bikin” hat dayîn.

PARÎS

Li paytext Parîsê çalakiya piştewaniya bi jinên Efganî re hat lidarxistin.

Çalakî li ser banga Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) ên Fransa hat lidarxistin û ciwanên Yoûng Strûgle’yê jî tevlî çalaiyê bûn.

Çalakî li ber Strasboûrg Saînt Denîs Kemerî pêkhat. Di çalakiyê de li ser navê SKB Fransa axaftin hat pêşkêşkirin.

Di axaftinê de hat gotin, “Talîban ku rêveberiya Efganîstanê bi dest xistiye, jiyana li gorî hukmên şerîatê li gelên ku li wê derê dijîn ferz dike. Ji vê yekê herî zêde jin zirarê dibîne. Ji niha ve rêveberiyaTalîbanê bi ferzkirinên mîna li berkirina cilên li gorî hukmên şerîatê û bêyî zilam derneketina kolanê ve li dijî jinan şer daye destpêkirin. Bangê jinên ku bi şîdet û qirkirinê re rû bi rû hatine hiştin ji bo me heye. Divê em ji bo jinên ku li benda piştewaniyê ne bibin deng û henase. Bi xwedîderketina li têkoşîna wan a li hemberî Talîbanê, divê pêşiya sînordarbûyîna azadiyên wan bigrin.”

Çalakî li kolana Kemer bi meşekê ku tê de dirûşmeyên bi zimanê Fransî û Tirkî hatin berzkirin re bidawî bû.