Jinên Kurd peyama piştgiriyê dan jinên Efganî

TJA'yê jinên Efganî ên li dijî rejîma Talîban li ber xwe didin silav kir û wiha got, ''Li her devera ku dengê me digihêje, em ê bi hev re bibêjin 'jin, jiyan, azadî'.”

Li Efganistanê rejîma Talîban di 15’ê Tebaxa 2021’an de careke din desthilatdarî bi dest xistibû. Tevgera Jinên Azad (TJA) bi armanca piştgiriya bi jinên Efganî re daxuyaniyek da.

Daxuyanî li ber avahiya Rêxistina Bajar a Wanê ya DEM Partiyê hat dayîn û gelek rêxistin û jin beşdar bûn. Hevseroka Navçeya Rêya Armûşê ya DEM Partiyê Şevîn Polat di daxuyaniyê de banga mezinkirina têkoşîna jinan kir.

‘PÊŞÎ JIN Û ZAROKÊN KEÇ BÛN HEDEF’

Şevîn Polat, destnîşan kir ku her çend erdnîgarî bê guhertin jî polîtîkayên rejîma desthilatdar ên li hemberî jinê nayê guhertin û got ku li dijî vê polîtîkayê jin li her qadê têkoşîna xwe berfireh kirine. Polat, anî ziman ku jin û zarokên keç ên Efgan bi dehan sal in di encama mûdaxeleya yekser a netewe-dewletan ji mafên xwe bêpar hatine hiştin û got, “Bi şer, şîdeta sîstematîk, birçîbûn û nixumandinê re rû bi rû man. Rejîma dijî jinê ku Talîbanê ji salên 90'î û vir ve pêk tîne, bi îlana Şerîatê re hîn bêhtir birêxistin bûye. Helbet hedefa yekem pêşengên azadî û rêxistina civakê jin û zarokên keç bûn.”

‘EM LI HER DEVERÊ TÊKOŞÎNA RÊXISTINBÛYÎ MEZIN BIKIN’

Şevîn Polat, di dawiyê de banga mezinkirina têkoşîna rêxistinbûyî kir û ev tişt got, “Em weke TJA’yê têkoşîna azadiyê ya jinên Afganî ku zêdeyî 40 sal in îradeya wan hatiye desteserkirin diparêzin û xwedî lê dertên. ''Li her devera ku dengê me digihêje, em ê bi hev re bibêjin 'jin, jiyan, azadî'.”

Çalakî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” çepik û tilîliyan bi dawî bû.