‘Jinên Kurd pêşengên şoreşê ne’
‘Jinên Kurd pêşengên şoreşê ne’
‘Jinên Kurd pêşengên şoreşê ne’
Delegeyên 1. Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn, heyrantiya xwe ya li têkoşîna jinên Kurd anîn ziman. Ranjana Kûmarî ya Hîndû got, "Têkoşîna jinên Kurd bandoreke mezin li min kir", Ranjû Kûmarû Thakûr jî bang li jinên Kurd kir û got, "Hûn ne bi tenê ne. Bi hêzbûna siyasî, ji bo jinan bi hêzbûna herî mezin e. Hûn bi me re ne, em bi we re ne."
1. Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn a bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" ji aliyê DOKH'ê ve tê organîzekirin û yadî sê siyasetmedarên jin ên li Parîsê hatin kuştin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hat kirin, di roja duyemîn de li The Green Park Otel a li Amedê gotûbêjên dorfireh hatin kirin.
Di roja duyemîn a konferansê de bi moderatoriya Berdevka Meclîsa Jinan a BDP'ê û Aktîvîsta DOKH'ê Pelîn Yilmaz û Berdevka Meclîsa Jinan a KCD'ê û Aktîvîsta DOKH'ê Songul Morsumbul, mijara bi sernavê "Ezmûnên tevgerên jinan ên li Rojhilata Navûn û rola wan a di guherînên dawî yên siyasî de" tê nîqaşkirin.
Shahende Maclad a ji Misirê, di vê rûniştinê de axivî û bi daxwaza azadiya Ocalan û hemû girtiyên siyasî dst bi axaftina xwe kir. Maclad, weke jin û cotkareke Misirî behsa pirsgirêk û ezmûnên xwe kir. Maclad diyar kir ku hevserê wê jia liyê dîktatoriyê ve hatiye kuştin û got, "Gava hevserê min Salah Huseyîn di sala 1966'an de bi sûîkastekê hat kuştin, min laşê wî hilgirt û got, ezê li dijî despotîzmê şer bikim." Maclad ragihand ku wê li Misirê di nava Şoreşa Netewî û Şoreşên din de cih girtiye û got, "Ez cotkar bûm. Ji bo avakirina Yekitiya Cotkarên Misirê xebitîm. Cotkar, ji sedî 38'ê xebatkarên Misire temsîl dikin. Em nikarin pere bistînin, bi tenê dikarin ji sedî 10'ê hatineyê xwe werbigirin. Ewlekariya me tineye. Xala 159 di sala 1991'ê de derket û bi ti awayî jinan ewle nake. Di nava huqûqê de cihê jinan tineye. Em dixwazin jin li her qadê azad û wekhev be."
Kayûş Çalikman Gavrîlof a li Tirkiyê dijî jî, ji ser nivîskara Ermenî Zabel Yeseyan, rewşa dîrokî ya jinên Ermenîstanê raxist ber çavan. Der heqê Zabel Yeseyan û nivîsên wê de agahî da.
"JINÊN KURD TÊKOŞÎN BI PÊŞ VE BIRIN"
Ji delegasyona Tirkiyê Emîne Ozmen jî bi gotina "Rojhilata Navîn veguheriye xeyaletêkî" dest bi axaftina xwe kir û destnîşan kir ku divê dîrok bi jinan re bê nivîsandin. Ozmen ragihand ku jinan ji şoreşen Tûnis, Lîbya û Misirê gelek zerar dîtine û got, "Deshilatdar ji bo bibin xwedî çavkaniyên herêmê, şer dimeşînin. Zerarê didin pêşeroja civakê. Jin gelekî ji vê rewşê bi bandor e. Qanûna medenî tê binpêkirin û jin hedef tên girtin." Ozmen da xuyakirin ku ji ber rewşa civakî jin nikarin bi awayekî çalak tevlî şoreşan bibin, lê li gel vê rewşê jî jinên Kurd bi çalak tevlî şoreşê bûne, lewma ji bo pêşvebirina şoreşê hîn bi şens in."
Rawda Odeh a ji Fîlîstînê jî pirsgirêkên dîl (êsîran) nirxand. Odeh diyar kir ku ew bi xwe jî pênc salan dîl hatiye girtin û destnîşan kir ku dewleta Îsraîlê li ser Fîlîstînê hatiye damezrandin. Odeh got, "Em gelekî ji bo rûmeta xwe têdikoş in û di bin dagirkeriyê de ne. Ji ber me li ber xwe dan, em li girtîgehan hatin ragirtin. Li Fîlîstînê çi jin çi mêr, dagirker nîvê şevê derî dişkandin û kî dixwestin ew dibirin. Dest û çavên me girê didan û me nizanîbûn em dibirin ku derê. Bi vê rêbazê Fîlîstînî terorîze dikirin. Û di dema lêpirsînê de li me dixistin, êşkence dikirin, gotinên nebaş digotin. Gelê Fîlîstînê dizane ku divê ew maf û huqûqa xwe ya ji dest hatiye girtin, jinûve bi dest bixe."
KÛMARÎ YA HÎNDÛ: TÊKOŞÎNA JINÊN KURD BANDOREK MEZIN LI MIN KIR
Ranjana Kûmarî ya ji Hîndîstanê beşdarî konferansê bû, di axaftina xwe de têkoşîna jinên Hîndû parve kir û got, "Azadî, rizgariya ji bin destê mêtîngeran, nayê wateya azadiya jinan. Bi rêberiya Gandî me destûreke bingehîn nivîsand. Li gorî destûra me ya bingehîn jin û mêr wekhev in, cihêkarî nîne. Lê em di jiyana rastî de bi gelek kiryarên xerab û hovane rast tên. Divê kuştina jinan, sunetkirina jinan nebe, lê ev tê jiyîn. Tiştên ez li vir fêr bûm gelekî giranbuhane. Tiştên cesaretê dixwazin e. Em ne azad in, ne wekhev in. Xurtbûna jinan, azadbûna wan bi dîrok û têkoşîna hevpar dibe. Mafên ku em li Hîndîstanê xwedî ne, di encama têkoşîna me de hatin qezençkirin. Naxwe kesî ew maf nedan me." Kûmarî têkoşîna jinên Kurd nirxand û got, "Têkoşîna jinên Kurd bandoreke mezin li min kir."
Kûmarî da xuyakirin ku li dibistanan wekheviya zayendeyî nayê hînkirin û destnîşan kir ku divê li dijî vê neheqiyê têkoşîneke xurt a hevpar were dayîn.
Kûmarî bibîr xist, ku di 16'ê Qanûnê de li Hîndîstanê keçek ciwan li destavêtinê rast hat û mînaka têkoşîna xwe ya li dijî 6 kesên destavêtin keçê û reviyan, nîşan da. Kûmarî destnîşan kir ku ew niha xwedî wê maf û hêzê ne, ku li welatê xwe cezayê herî giran bidin dijwariya zayendî û got, "Li ser navê şehîdên vê axê, têkoşîna xwe bikin yek, hûnê bi ser bikevin."
JI JINÊN NEPALÎ JI BO JINÊN KURD: HÛN NE BI TENÊ NE
Ranjû Kûmarû Thakûr a ji Nepalê jî bi silavdayîna li 3 siyasetmedarên jin ên Kurd li Parîsê hatin kuştin, dest bi axaftina xwe kir û diyar kir, ku li her welatê bi desthilatdariya mêr, pirsgirêkên jinan dişibin hev û got, "Em gelek pirsgirêkan dijîn, eger em li hemberî van pirsgirêkan nekevin nava tevgerê, emê bi ser nekevin." Thakûr behsa têkoşîna jinan a li Nepalê kir û destnîşan kir ku Yekitiya Jinên Nepalê di mijara deskevtiyên li Nepalê de roleke mezin lîstiye. Thakûr ragihand ku di pêvajoya welatîbûnê ya li Nepalê de mirov bi navê dayika xwe dihatin gazîkirin û ev yek jî serketineke wan bû. Thakûr da xuyakirin ku ew li 75 welatên Nepalê der heqê dijwariya li dijî jinê de kampanya dimeşînin û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê derxistina qanûnan pêwîst e.
Thakûr bal kişand ser hilbijartinên li Nepalê pêk werin û destnîşan kir, ku ew dixwazin ji sedî 50 namzetên jinan nîşan bidin. Thakûr ji ber tevlêbûna xwe ya konferansê kêfxweşiya xwe anî ziman û ji bo têkoşîna jinên Kurd got, "Hûn ne bi tenê ne. Ji ber ku eger em bibin yek, emê karibin bi ser bikevin. Bihêzbûna siyasî ji bo jinê bi hêzbûna herî mezin e. Hûn bi me re ne, em bi we re ne. "
"JINÊN LI MISIRÊ TÊDIKOŞIN DI BIN ZEXTEK MEZIN DE NE"
Salma Saîd û Meryem ên ji Misirê jî, behsa têkoşîna jinê ya li Misirê kirin. Saîd bi mînakan nîşan da ku têkoşerên jin ên li Misirê di bin zextên giran de ne û got, "Jinan nebaş didin xuyakirin. Mubarek, leşker û rêveberiya Birayên Mubarek bi gotina "Li vê derê seks tê kirin", "Li Meydana Tahrîrê fûhûş tê kirin" jinên şoreşger reş dikin. Çima hemû rêveberî jinan reş dikin? Ji ber ku jin di qada siyasî de roleke mezin dileyzin, her tim li pêş in, lewma jê ditirsin. Jin niha ditirsin biçin Meydana Tahrîrê. Ji ber ku li wir rastî destavêtinê tên. Ji destdirêjiya li Misirê, dewlet berpirsyar e. Ji ber ku dewlet, li dijî jinên şoreşger mêran derdixînin pêş û piştevaniya wan dike."
Meryem jî bal kişand ser girîngiya çapemeniyê û diyar kir ku li Misirê çapemenî roleke tehlûke dileyze.
"EGER DI NAVA JIN Û MÊR DE WEKHEVÎ NEBE, DÎROK RAST NAYÊ NIVÎSANDIN"
Salwa Ben Afîa Gîga ya ji Tûnisê jî bal kişand ser girîngiya konferansê û diyar kir ku ew dixwazin ji vê derê bi yek dengî derkevin. Gîga got, "Eger jin li zextê rast were, pêşketin, guhertin nabe. Heta ku di navbera jin û mêr de wekhevî çê nebe, dîrok rastiyan nikare binivîsîne." Gîga destnîşan kir ku jin têkoşîna xwe bikin yek, dikarin li dijî Emerîka û Sîyonîzma Îsraîlê rawestin.
Axaftvana herî dawî jî Farah Barqavî ya ji Fîlîstînê bû û di axaftina xwe de da xuyakirin ku weke jin ewê ji pîvanên xwe paş ve gav neavêjin û ji bo edalet û azadiyê têkoşîna xwe dewam bikin.