Jinên Kurd li St Gallenê çalakî pêk anîn
Jinên Kurd li St Gallenê çalakî pêk anîn
Jinên Kurd li St Gallenê çalakî pêk anîn
Jinên Kurd li bajarê Swisreyê St Gallenê hatin gel hev, bi armanca protesto kirina neronîbûna komkujiya li Parîsê û silavkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê çalakiyek lidarxistin.
Ji aliyê Meclisa Jinan a Bêrîtan ya Zurîhê ve bi mebesta prosto kirina qetilkirina 3 jinên Kurd Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez yên di 9’ê Çile de li Parîsê hatîn qetilkirin û silav kirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê çalakiyek li St Gallenê hat lidarxistin. Di çalakiya li Navenda îstasyona St Gallanê pêkhatî de li ser navê Meclisa Herêmê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyanî de hat destnîşan kirin ku, divê demek ji ya din zûtir encamên lêpirsîna komkujiya Parîsê bê diyar kirin. Jinan da zanîn ku, ta kujerên bûyerê bên diyar kirin wê çalakiyên wan jî bi domin û Şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî hat silav kirin.
Li milê din di çalakiyê de di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî îmze jî hatin komkirin.