Jinên Kurd li Komara Adigeyê 8'ê Adarê pîroz kirin
8'ê Adarê li Komara Adigeyê bi şahiyekê hat pîrozkirin. Di axaftinên li pîrozbahiyê de hat destnîşankirin, ku jinên Kurd bûne xwedî wê hêzê ku her rojê bikin 8'ê Adarê.

Li ser wateya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, endama KJK'ê Asmîn Kobanê axivî û bal kişand ser têkoşîn û berxwedana jinên Kurd li her qada jiyanê.
Kobanê 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê, bi taybetî jinên Kurd pîroz kir û destnîşan kir, ku jinên Kurd di roja îro de gihaştine wê hêzê ku hemû rojan bikin 8'ê Adarê.
Di pîrozbahiyê de nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi wesîleya 8'ê Adarê nivîsandibû hat xwendin û paşê li ser wateya rojê sînevîzyon hat nîşandan.
Beşdaran li ber stranên Berfîn Memedova û Malvina Alî, govend gerandin û dawî li çalakiya xwe anîn.