Jinên Kurd li Helsinkiyê çanda xwe dan nasîn

Jinên Kurd li Helsinkiyê çanda xwe dan nasîn

Li paytexta Fînlandiya Helsinkîyê ji Komeleya Çandê ya Ronahî komek jinên Kurd bi armanca çanda Kurdan bi Fîniyan bidin nasîn çalakiyek li dar xistin.

Çalakî li Navenda Çandê ya STOAyê pêk hat û jinên Kurd cil û bergên Kurdî û xwarinên Kurdan bi beşdarên Fînî dan nasîn. Di şahiyê de gelek Kurdistanî û Fînî amade bûn û jinan xwarina Kurdan li Fîniyan belav kirin û der barê çand û welatê Kurdan de agahî dan.

Ji çalakên jinên Kurd Welat Nehrî daxuyaniyek da û da zanîn ku çalakiya wan bi 10 jinên Kurd dest pê kir. Nehrî ragihand ku dê çalakiyê nxwe yên bi vî awayî 3 hefteyan berdewam bikin û dewlemendiya çandî ya her çar parçeyên Kurdistanê bidin nasîn.