Jinên Kurd li Êrîvanê ji bo girtiyan meşiyan

Jinên Kurd li Êrîvanê ji bo girtiyan meşiyan

Jinên Kurd li paytexta Ermîstanê Êrîvanê bi boneya balê bikişînin ser greva birçîbûnê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xistin. Jinên Kurd gihiştin ber nuneriya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Êrîvanê çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Meş saet di 13.00 de dest pê kir. Di meşê de berxwedana zîndanan hate silav kirin û bêndegî û xemsariya hukûmeta Tirk û cîhanê ya li hemberî grevabirçîbûnê hate protestokirin.

Jinên Kurd ji Qada Şamûyan heta ber avahiya NY’yê meşiyan û li wir bi qasî 5 deqeyan çalakiyek rûniştinê li dar xistin. Piştî çalakiyê, jinên Kurd dosyaya der barê tecrîda li ser Ocalan û girtiyên Kurd ên di greva birçîbûnê de radestê rayedarên nunertiya NY’yê hate kirin.

Di meşa ji aliyê rêxistina jinên Kurd ve hate lidarxistin de, bênavber dirûşimên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Zîndanê”hate qêrîn. Her wiha posterên Ocalan, alên PKK, KCK û YJA-Starê hatin hildan. Seroka Komîteya Kurdistanê Jenya Qadir axaftinek kir û bang li raya giştî ya cîhanê ir kul i hemberî greva birçîbûnê bêdeng nemînin. Qadir xwest ku li hemberî zilma li ser Kurdan bêdeng nemîn û bi taybet li dewlet û gelê Ermenîstanê kir ku li hemberî êrîşên li ser Kurdan bêdeng nemînin.

Serokê Şêwra Gelê Kurd li Ermenîstanê Kinyasê Hemîd axivî û berxwedana zîndanê silav kir. Çalakiya Kurdan bi dirûşiman bi dawî bû.