Jinên Kurd di çavçoveya kapmanyaya "ji Ocalan Azadî re, ji Kurdistanê re Statû" de li bajarê Almanyayê Dîbûrgê meşek li dar xistin û bi meşê heta bajarê Darmştadê çûn..
Jinên Kurd di çavçoveya kapmanyaya "ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê Statû re" de li bajarê Almanyayê Dîbûrgê meşek li dar xistin û bi meşê heta bajarê Darmştadê çûn. Jinên Kurd bi daxwaza azadiya Ocalan li bajarê Elmanyayê Dîbûrgê meşek li dar xistin. Nêzî 150 jinên kurd cil û bergên Kurdî li xwe kirin û beşdarî çalakiyê bûn.
Jinên Kurd bi tilîlî û sloganan piştî meşa 20 kîlometroyan gehiştin bajarê Darmştadê. Jinên Kurd Posterên OCalan hildan û slogana "ji bo Ocalan azadî, ji bo kurdistanê statû" qêriyan.
Piştî meşê, li bajarê Darmştadê mitîngek hate lidarxistin. Di mitîngê de jinan ji bo azadiya Ovalan îmze berhev kirin û her wiha belavok belav kirin.