Jinên Kurd ji Mîrabel heta Sakîneyan berxwedan silav kirin

Jinên Kurd ji Mîrabel heta Sakîneyan berxwedan silav kirin

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE) li 3 bajarên Elmanyayê jinan li dijî tundî û cihêkariyê dengê xwe bilind kirin. Di çalakiyê de 3 jinên soreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin hatin bîranîn û peyama "Komkujiya Parîsê Qirkirina Jinê ye. Ji her şêweyên tundiya li dijî jinê re na" hat dayîn.

‘JI XWIŞKÊN MÎRABEL HETA 3 JINÊN KURD ÊN LEHENG’

Bi banga TJKE, bi şiyara "Ji Xwişkên Mîrabel heta 3'ê Jinên Kurd ên Leheng" çalakiyên 25'ê Mijdarê bi beşdariyeke xurt a jinan hatin lidarxistin.

Yek ji çalakiyên jinên Kurd li Elmanyayê bi wesîleya 25'ê Mijdarê lidar xistin, li bajarê Frankfûrtê pêk hat.

Ji bajarên Gîessen, Mannheîm, Darmstadt û Frankfûrtê bi sedan jin beşdarî meş û mîtînga ji aliyê Meclîsa Jinê ya Amarayê ve hat organîzekirin bûn.

Meşa ku ji Yekitiya Jinên Sosyalîst û jinên endamên AGÎF'ê piştgirî dît, saet di 14:00 de li ber Stasyona Trenê ya Navendî ya Frankfûrtê destpê kir.

Jinan wêneyên sê şoreşgerên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileyê de li Parîsê hatin qetilkirin hilgirtin û bi dirûşman 3 kîometre meşiyan.

Tevî pankartên bi nivîsa "Di bin navê namûsê de qetilkirina jinan, bisekinîn", "Parîs Qirkiriya Jinê ye" hatin hilgirtin û alên KJB'ê hatin vekirin.

Li dû meşê li Meydana Haûptwache mîtîngek hat lidarxistin û li ser navê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE) Dêll Rûbar axaftinek kir. Rûbar 3 jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin bibîr xist û destnîşan kir ku ewê li dijî her şêweyên polîtîkayên qirêj ên li hemberî jinê têbikoşin. Rûbar ragihand ku ew çalakiyên 25'ê Mijdarê jî diyarî jinên li Parîsê hatin qetilkirin, dikin.

Di çalakiyê de Parlamentera Partiya Çep (Dîe Lînke) Barbara Cardenas jî axaftinek kir.

JI 7 BAJARAN JINAN GOTIN KOMKUJIYA PARÎSÊ QIRKIRINA JINÊ YE

Di meş û mîtînga li bajarê Elmanya Dusseldorfê de jî ji bajarên Dusselrfor, Koln, Dûîsbûrg, Bonn, Dortmûnd, Essen û Bîelefeldê jinên Kurd hatin cem hev û li dijî tundiyê dengê xwe bilind kirin.

Meş saet di 14:00 de li ber Stasyona Trenê ya Navendî li dû pankarta bi nivîsa "Komkujiya Parîsê qirkirina jinê ye-ji her şêweyên qirkirinê re na" destpê kir.

Li dû çalakiya ku tê de alên KJB û wêneyên Ocalan hatin hildan, mîtîngek pêk hat. Di mîtîngê de peyamên Navenda Jinê ya ÛTA-AMARA, Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê û Buroya Aştiyê ya Jinê Cenî hatin xwendin.

LI STÛTTGARTÊ YEKITIYA JINÊ

Li Stûttgartê jî jin bi dirûşma "Eger rûyê cuda yê tundiya li dijî jinê hebe, yê berxwedanê jî heye" li qadan bûn.

Di meşa ku Însiyatîfa Jinên Kurd li Stûttgartê, rêxistinên jinan ên Elman û Tirkiyeyî jî amade bû de nêzî 500 jinan wêneyên jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, hildan.

Di çalakiyê de timî dirûşmên "Bijî Berxwedana YPJ" û "Jin Jiyan, Azadî" hatin qîrîn û ji bo Rojava alîkarî hat komkirin.

Nûnerên ADKH, Yaşanacak Dunya, Yenî Kadin, SKB û Coûrage di axaftinên xwe yên li çalakiyê de her şêweyên tundiyê şermezar kirin û destnîşan kir ku tundî piştgiriyê ji dewletan digire.

Nûnera Însiyatîfa Jinên Kurd li Stûttgartê di axaftina xwe de Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ên li Parîsê hatin qetilkirin bibîr anî û got, "Fîşekên li şoreşgerên jin ên Kurd Sakîne, Fîdan û Leyla ketine, li me hemû jinên têkoşer ketine." Nûnera Însiyatîfê xwest komkujiya Parîsê tavilê bê ronîkirin.

Meş li qada Karsplatzê bi stranên Koma Berxwedana Jinan bi dawî bû.

Çalakiya jinan a li Stûttgartê ji aliyê van rêxistinan ve hat organîzekirin: Kurdische Fraueninitiative Stuttgart, Stuttgarter Friedensrat, Sarah Frauenkulturzentrum, Frauenverband Courage e.V., Kämpferischer Frauenrat, Solidarität International, MLPD Stuttgart, Yeni Kadın, Yaşanacak Dunya, SKB - Bund Sozialistischer Frauen, Frauengruppe Stuttgart, ADKH - Tevgera Jinên Demokratîk li Ewropayê, Verein gegen den Dersim-Genozid 38