Jinên Kurd ji bo Konferansa Neteweyî kota dixwazin

Jinên Kurd ji bo Konferansa Neteweyî kota dixwazin

Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd li Hewlêrê berdewam dike. Endama Koordînasyona Koma Jinên Bilind Zaxo Zagros ku beşdarî konferansê bûye ji ANF’ê re axivî û got; “Jinên Kurd dixwazin bi îrade beşdarî vê pêvajoyê bibin. Ji ber wê jî, ji bo konferansa neteweyî kota jî hat gotûbêjkirin. Divê jin bi vîna xwe beşdarî Yekitiya Neteweyî bibin.”

Endama Koordînasyona KJB’ê Zaxo Zagros diyar kir ku ev konferans ji bo dahatûya jinên Kurd gelek girîng e, ji bo pirsgirêkên jinên kurd û pirsgirêkên neteweyî û got; “Em weke KJB’ê hewl da ku ev konferans li ser presîbên demokratîk bê lidarxistin. Di heman demê de jinên bikarin bandora xwe bi awayeke wekhev pêk bînin. Li ser vê esasê me şeş xal nîşan dabû. Me bi komîteya amadekar re hevdîtin kir. Kêm be jî evane hatin sererastkirin.”

‘BANDORA SÎNORAN HEYE’

Zagroz diyar kir ku bê guman ewqas parçebûna zîhnî, ruhî, ya di nava tevahiya kurdan de çêbûye, mesafeyek mezin çêkiriye û wiha domand; “Ev yek di aliyê hestyarî de mirov diêşîne. Ji ber ku di warê nêrîna siyasî, nirxandina pirsgirêkên jinan de gelek ciyawazî heye. Ev jî nîşan dide ku me weke jinên Kurd, weke Kurdan bi giştî, ev siyaseta ku dijmin di nava her çar parçeyên Kurdistanê de danî, tenê bi sînoran re sînordar nîne. Ev sînor bandora xwe li ser nêrînên me yên li hevber hev, tehemula me ya li hemberî hev bandor kiriye.”

EVANE PÊNGAV IN

Nunera KJB’ê Zagros destnîşan ki rku ji bo wê jî ev konferansê wiha, mirov nikare bêje dê her tişt bi konferansê çareser bibe û hemû nêrîn bibin yek û wiha pê de çû; “Divê mirov di vê zanebûnê be; ev konferansane gavên ber bi hevbeşbûnê ve ne. Ji bo ku jinên Kurd nêrînên hev du nas bikin, hev du fêm bikin û ji bo bigihin planeke hevbeş, evane pêngav in.”

Zagros bi bîr xist ku konferansa yekem li Amedê pêk hat, ew wekî gavekê bû, ev jî weke gavek din e û got; “Divê jinên Kurd fêrî hev bibin, divê çavê me fêrî hev du bibin. Divê di aliyê ziman de jî ew navbera heyî divê rabe. Ev konferans ji bo vê yekê girîng e.”

‘YEK RENGÎ TEMSÎLA JINÊ NAKE’

Zagros, bal kişand ser nêzîkatiyên jinan ên ji bo çareseriyê û wiha got; “Wek rojeva duh ya ji bo pirsgirêka Kurd û rêyên çareseriyê de jî diyar bû ku, nêzîkatiyên me ji bo şîrovekirina herêmê û pirsgirêka Kurd re, ciyawazî hene. Ji me re balkêş hat. Gelek jin rabûn dewletê weke rêya çareseriyê nîşan dan. Lê ji dewletê zêdetir, pêwîstiya Kurdan bi azadiyê, demokrasiyê û wekheviyê heye. Lê dewlet ji vana re nabe bersiv. Dewlet li ser esasê tund û tûjî, li ser desthilatî, çînayetiyê, zayendperestiyê, nijadperestiyê ava dike. Yek reng, yek deng, al, evane temsîla jinê nakin.”

Nunera KJB’ê got; “Niha gelê Rojhilata Navîn gelek derd û êş ji dewletê kişandin, rê li ber rijandina xwînê vekirin. Sedsala 20’ê hemû bi şeran derbas bû. Ger dewlet azadî bûya, ereb bûn 22 dewlet, diviyabû yên herî azad ereb bûna. Dewlet bi azadî, wekhevî û demokrasiyê re nayê cem hev. Ji ber ku cihê lê yek rengî hebe, yek dîn, yek ziman, yek deng hebe, li vir cihê jinê nîne. Ev sîstema dewletparêzî ne azadî ye.”

‘NÊRÎNA HEVBEŞ: YEKITIYA NETEWEYÎ WEKE NAN Û AV E’

Zagros destnîşan kir ku nîqaş û nêrînên ciyawaz hene û got; “Lê titşek heye, her kes pê dihese ku Yekitiya Neteweyî ji bo Kurdan weke nan û avê ye. Ji ber ku pirsgirêka Kurd ne pirsgirêk e, mirov nikare her çar parçeyên Kurdistanê ji hev du cûda bike. Di heman aliyan de pirsgirêkek hevbeş e. Ger parçeyek wenda bike, tê wê wateyê ku hemû parçe wenda dikin. Ev rastiyek e. Ji bo wê jî nêzîkatiyeke wiha heye. Ji ber wê jî divê tevahiya hêz û tevgerên Kurd di siyaset û peywendiyên derve de bi awayeke hevbeş tevbigerin. Bi textîkên hevbeş, bi dîplomasiyeke hevbeş tevbigerin. Divê tu parçe nebin parçeyek din. Divê di tu aliyan de parçeyek nebe parçeya yekemîn û yên din bikevin pey wê. Divê berjewendiyên her çar parçeyên Kurdistanê weke prensîb weke hev bêne nirxandin. Siyaseta bê pêşxistin jî divê li ser vî esasî be. Ji ber wê jî em vê konferansê pir girîng dibînin.”

‘TÊKOŞÎNA JI BO RÊBER APO Û GIRTIYÊN SIYASÎ ERKEK WIJDANÎ Û NETEWEYÎ YE’

Zagros, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berdewam kir; “Weke gelek deleyan anî ziman, pirsgirêke pir cîdî ya Kurdan heye, ew jî pirsgirêka rêbertiyê ye. sedema ku heta niha pirsgirêka Kurd çareser nebûye û yekitiya neteweyî pêş neketiye, ew e ku her tim pêşengtî û rêbertî hatin tasfiyekirin, her tim bi kuştin, darvekirin û komkujiyan re rû bi rû mane. Rewşa Rêber Apo jî berdewama van siyasetan e. Tecrîda li ser Rêber Apo û hiştina wî ya li derveyê siyasetê, dixwazin di demek wiha aloz de Kurdan careke din bê pêşeng û rêber bihêlin.

Di konferansê de diyar bû ku têkoşîna ji bo Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî, erkeke sereke, wijdanî û neteweyî û erkek exlaqî ye. Ji ber ku Rêber Apo û hemû girtiyên ji bo doza Kurd hatine girtin, bi rewşeke nemirovan re rû bi rû ne. Ev yek jî derket holê.”

DIVÊ KOTAYA KONFERANSA NETEWEYÎ HEBE

Zagros got; “Jinên Kurd dixwazin bi îrade beşdarî vê pêvajoyê bibin. Ji ber wê jî, ji bo konferansa neteweyî kota jî hat gotûbêjkirin. Divê jin bi vîna xwe beşdarî Yekitiya Neteweyî bibin. Ji ber ku ger bê amadekarî û perspektîf beşdar bibin, nikarin rol jî bileyîzin. Nêrîneke hevbeş derket holê ku divê jinên Kurd bi awayeke aktîf û bi kotaya xwe beşdarî konferansa neteweyî bibin. Ev kota jî ji sedî çil e, ji bo her du zayendan.”