Jinên Kurd ên li Moskowayê dê li hemberî tundiya civakî rawestin

Jinên Kurd ên li Moskowayê dê li hemberî tundiya civakî rawestin

Jinên Kurd ên li paytexta Rûsya Moskowayê di çarçoveya kampanya "Ji Qirkirina Jinê re Na" de konferansek lidar xistin. Di konferansê de nûnera Yekitiya Jinên Azad (YJA) Reyhan Cûdî axaftinek kir.

Konferansa "Ji Qirkirina Jinê re Na" ji aliyê rêxistina Jinê ya Viyan a li Moskowayê ve bi dirûşma "Her tişt ji bo azadiya Rêber Apo" pêk hat.

Di konferansê de nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser têkoşîna azadiya jinê hat pêşkêşkirin. Di konferansê de qewimiyên dawî yên li Kurdistan û Rojhilata Navîn hatin nirxandin. Endama Desteya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta jî peyamek bi dîmen ji konferansê re şand. Peyama Avesta li pêwendiyeke mezin rast hat.

LI DIJÎ ASÎMÎLASYONÊ DIVÊ HER JIN BIBE MAMOSTE

Seroka Rêxistina Jinê ya Viyan Tera Qadir axaftine kir û anî ziman ku li dijî asîmîlasyonê, ji bo parastina çand û zimanê xwe, divê her jinek di serî de li malbata xwe li tevahiya civakê wezîfeya mamostetiyê hilgire ser milê xwe.

Qadir bal kişand ser rewşa xetere ya asta asîmîlasyona li metropolan û got, "Lewma, parastina xwe bi xwe di nava heyştê salan de nirxeke mezin e û divê xwedî li paşeroja xwe were derketin."

Di konferansê de mijarên zewaca di temenê zarokatiyê de, revandina keçan, cihêbûn û neşandina dibistanê ya ciwanan, hatin nirxandin. Hat destnîşankirin ku pirsgirêkên bi vî rengî dibin sedem ku ciwan têkeve rewşeke welê ku der barê jiyana xwe de nikaribin biryarê bidin. Hat ragihandin ku ji ber ciwan di temenên zarokatiyê de bi pirsgirêkên malbatî re rû bi rû dimînin, li hemberî pirsgirêkên civakî bê eleqe ne.

LI DIJÎ ZEWACA DI TEMENÊ ZAROKATIYÊ DE GIRÎNGIYA PERWERDEYÊ

Di nîqaşan de hat destnîşankirin ku li dijî zewaca di temenê zarokatiyê de divê xebatên perwerdeyê bi giranî werin meşandin û hat gotin, "Zewicandina di temenê zarokatiyê de şêweyekî din ê tundiyê ye."

Di konferansê de li ser nasandina nasnameya Kurd, perwerdeya jinan û xebatên di çarçoveya kampanya "Her tişt ji bo azadiya Rêber Apo" de biryar hatin girtin.

ŞOREŞA ROJAVA HAT SILAVKIRIN

Di axaftina ser li navê YJA'yê de Reyhan Cûdî şoreşa Rojava û rola aktîf a jinên Kurd a di vê pêvajoyê de silav kir û destnîşan kir ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye.

Cûdî got, "Em rêveberiya demî ya li Rojava hat îlankirin ji vir silav dikin. Dewletên emperyalîst ên ji şoreşa gelê Kurd a li Rojava ditirsin, piştgiriyê didin çeteyan û çi jin, zarok, kal û pîr komkujî kirin. Lê belê gelê Rojava li gel her tiştî jî rêveberiyên xwe yên xweser ava kir û ber bi şoreşa xwe ya gel ve meşiya. Em vê têkoşînê ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn û gelên bindest ên Cîhanê didin. Em soz didin ku emê li dijî ew hêzên dixwazin pêşî li vê şoreşê bigirin rawestin û şoreşa Rojava silav dikin."