Jinên ku li Parîsê û Silopya hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn

6 jinên Kurd ku dewleta Tirk li Parîsê û Silopyayê qetil kiribûn, li Stockholmê ya Swêdê bi bernameyekê hate bibîranîn.

Meclîsa Jinan a Amarayê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez ku 9'ê Çile ya 2013'an li Parîsê û Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze  Nayir ku 6'ê Çile ya 2016'an li Silopya bi destê dewleta Tirk hatin qetilkirin bi bîr anî.

Di bernameyê de Mehmet Şîrîn Cebe yê ku Çile şehîd bûbû û Xebat Dêrik jî hatin bibîranîn.

Hevseroka KNK'ê ya Swêdê Zeynep Morad got ji ber ku jinên Kurd pêşengiya têkoşîna dijî faşîzmê û paşverûtiyê dikin dewleta Tirk wan dike hedef û diyar kir bêyî jinan şoreş çênabe.

Li ser navê Malbatên Şehîdan Latîf Cebe jî axivî û got berxwedana hêzên YPG/YPJ'ê yên li dijî çeteyên DAÎŞ'ê ji bo gelên çewisandî bûye îlham û ew ê bêhtir xwe li şehîdan bigirin û bîranînên wan bidin jiyîn.

Endamê Komîsyona Çandê ya Amarayê ji bo bîranîna jinên ku hatine qetilkirin sirûd xwendin. Şanoger Serpîl Înanç ji bo sê jinên Kurd ên siyasetmedar ku li Parîsê hatibûne qetilkirin helbest xwend.

Her wiha fîlma bi navê 'Sara' ya behsa jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz dike hate nîşandan. 

Bername bi dirûşmên 'şehîd namirin', 'jin  jiyan azadî' qediya.