Jinên ku li Hewlêrê di greva birçîbûnê de ne: Wê berxwedana me bidome

Asayîşa PDK’ê êrîşî jinan kirin ên ku li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya Hewlêrê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketibûn greva birçîbûnê. Jinan nerazîbûn nîşanî êrîşê dan û diyar kirin ku ew ê çalakiya wan bidome.

Jinên ku endamên Meclîsa Îştarê ne, li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya Hewlêrê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketibûn greva birçîbûnê. Asayîşa PDK’ê êrîşî jinan kir û dest danî ser alavên çalakgeran.

Jinan êrîşa asayîşê protesto kirin û ligel ku hewa gelekî sar e jî jin çalakiya xwe didomînin.

Berdevka Meclîsa Îştarê Nûran Sezgîn nerazîbûn nîşanî êrîşa asayîşa PDK’ê da û diyar kir ku piştî hevdîtinan bi rayedarên Neteweyên Yekbûyî wan li vê derê kon vekirine.

Çalakgeran diyar kirin ku ew 8 jinên ku endamên Meclîsa Jinan a Îştarê ya Kampa Mexmûrê ne, tecrîdê protesto dikin û ji bo hevgirtina Leyla Guven vê çalakiyê dikin.