Jinên ku li Îranê dikevin xefika fûhûşê

Profesoreke sosyolojiyê ya li Îranê, lêkolîneke der barê jinan de hate kirin eşkere kir. Li gorî vê yekê, fûhûş ne tiştekî nû jî be, ji bo tespîtkirina sedemên wê karekî girîng divê.

Li Navenda Lêkolînê der barê jinan civînek hate kirin. Di civînê de bi giranî fûhûş hate nirxandin. Li gorî ajansa nûçeyan a Îsnayê, profesora sosyolojiyê Jale Şadî Talab di civînê de got, "Fûhûş ne tiştekî nû ye, lê belê ji bo tespîtkirina sedemên wê karekî girîng divê."

Talab diyar kir ku di lêkolînê de tevî jinên ku zexta fûhûşê li wan hatiye kirin, her wiha muşterî jî hatine lêkolîn û got, "Li ser 300 karkerên sexê lêkolîn hate kirin. Bi giranî yên li kolanan hatin hilbijartin."

9 JI SEDÎ BI ZEXTA HEVSERÊN XWE TEVLÎ FÛHÛŞ TÊN KIRIN

Talab bal kişand ser rewşa civakî û aborî ya berî fûhûşê ya jinan: "76 ji sedî yê van jinan, ne ew jin in ku ji malê reviyane. 23 ji sedî madeyên narkotîkê bi kar anîn. 12 jê hatin girtin. 77 ji sedî gotin ku wan destpêkê ev yek weke kirîna derman kirine. 9 ji sedî bi zexta hevserên xwe tevlî fûhûşê hatine kirin. 18 ji sedî jî bi zexta malbatê bi taybetî bav, hatine dehfdan."

Talab diyar kir ku piraniya van jinan ciwan in û wiha dewam kir: "70 ji sedî ya wan, kêmî 5 salan ev yek kirine." Dema ku pirsa li ser sedema herî girîng a tevlîkirina jinan a li fûhûşê hate pirsîn, ev bersiv hate dayin: "Çîrokeke girtinê, faktorên mîna bavekî krîmînal û rewşa zewacê."

Talab anî ziman ku 22 ji wan jinan gotine ku berê karekî xwe hebû û got, "80 ji sedî gotin ku berê karekî xwe nebû. 43 ji sedî anîn ziman ku bê kar bûn û 15 ji sedî jî li malê dixebitîn."

Talab işaret bi karê aboriyê yê jinan ê berî vê yekê kir û got, "Seksiyonên ku ji aliyê aborî ve lê çalak bûn wiha ne: 8 ji sedî karmend, 7 ji sedî sekreter, 4 ji sedî firoşkar, 7 ji sedî kûafor, 5 ji sedî karker û 2 ji sedî karên derveyî qanûnî bi taybetî derman, dikirin. Jinên ku berê karekî xwe hebûn, ji bo karibin debara xwe bikin hatineyeke wan a têrker tine bû."

Talab li ser emrê jinên ku tevlî fûhûşê hatine kirin ev agahî da: "Piraniya wan di emrê 20 salî de dest pê kirin. Piştî 5 salan, niha 25 salî ne. Zewaca wan a destpêkê di 15 heta 18 salî de çêbû. 11 ji sedî ji wan zewicî bûn. 42 ji sedî ne zewicî bûn. 39 ji sedî cihê bûbûn, 44 ji sedî jî jinebî bûn."

Li ser rewşa wan a perwerdeyê jî got, "6 ji sedî nexwende bûn. 14 ji sedî dîplomaya xwe ya zanîngehê hebû." Talab destnîşan kir ku cihê tirs û fikaran e ku beşeke girîng a ji jinên tevlî fûhûşê hatine kirin yên zanîngeh qedandine.