Jinên ku ji bo daxuyaniyên Serokwezîr Erdogan yên li ser kurtaj û sezeryanê şermezar bikin li ber wezareta polîtîkayên civak û malbatê civiyan ji aliyê polîsan ve bi erdê re hatin kaşkirin û hatin binçavkirin.
Jinên Endamên Halkevleriyê ji bo gotinên Erdogan yên wekî; "Her kutajek Qilabaneke" şermezar bikin li ber wezareta polîtîkayên civak û malbatê civiyan. Jinan xwest bi Wezîr Fatma Şahîn re hevdîtinê pêk bînin, lê dema ku li şûna Şahîn mûşavîrên zilam ji bo hevdîtinê hatin jinan hevdîtin pêk neanîn.
Jin li ser vê yekê ji bo bi Şahîn re hevdîtinê bikin rawestiyan lê polîsan jî jin dorpêç kirin. Piştî demekê polîsan 28 jin bi erdê re kaş kirin û xistin binçavan. Jinên ku dirûşmeyên wekî; "Kurtaj mafe lê Roboskî komkujiye" berz kirin birin midûriyeta ewlehiyê ya Çankiriyê.