Jinên Kobanê piştgirî dan çalakiya Gokkan

Jinên Kobanê piştgirî dan çalakiya Gokkan

Jinên Kobanê avakirina dîwarê şermê şermezar kirin û piştgiriya xwe bi Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan ku ev 5 rojin li dijî diwarê şermê ketiye rojiya mirinê nîşan dan.

Piştgiriya bi Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan ku ji şermezar kirina dîwarê şermê ev 5 rojin ketiye rojiya mirinê didomin. Gelê Rojavayê Kurdistanê Kurdistanê ji bo piştgirî bidin Gokkan dinava çalakiyan dene. Jinên bajarê Kobanê piştgirî dan  berxwedana Gokkan. Jinan avakirina dîwarê şermê şermezar kirin.

Endama Yekîtiya Star Sara Xelîl avakirina dîwarê şermê di navbera Bakur û Rojvayê Kuristanê de şermezar kir û da zanîn ku dewleta Tirk hewl dide ku vîna berxwedanê ya gelê Kurd bişkîne. Xelîl dest nîşan kir ku ew piştgiriya berxwedana Ayşe Gokkan dikin û wiha dewam kir: “Ayşe Gokkan ji hemû cîhanê re nîşan da ku jinên Kurd dê jibo azadî û aşîtiyê têkoşîna xwe bilind bikin.”

Xelîl her wiha da zanîn ku di navbera parçeyên Kurdistanê de girêdana xwîna şehîdan heye û ew ji hemû dîwaran bihêztir e.
Endama Navenda Zanist û Perwedeya Jinê li Kobanê Melîha Ebdela jî diyar kir ku hemû jinên Kobanê piştgiriya berxwedana Ayşe Gokkan dikin û bi têkoşîna wê serbilindin.
Ebdela da zanîn ku eger dewleta Tirkiyê avakirina dîwarê şermê dewam bike, jinên Kobanê jî dê dest bi berxwedanê bikin.