Platforma Jinan ya KESK'ê ya Êlihê, têkildarî daxuyaniya Serokwezîr Erdogan ya "Her kurtajek Qilabaneke" daxuyanî da û diyar kir ku, Erdogan bi çavê fabrîqeya zarokan li jinan dinêre.
Platforma Jinan ya KESK'ê ya Êlihê bi boneya daxuyaniya Serokwezîr Erdogan ya "Her kurtajek Qilabaneke" şermezar bikin daxuyaniya nivîskî da çapemeniyê. Platformê di daxuyaniyê de diyar kir ku, sîstem wekî mal nêzî bedena jinê dibe û keda jinê binpê dike. KESK'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku, Serokwezîr Erdogan bi daxuyaniya xwe li dijî aqilan axiviye û wiha got:
"Serokwezîr Erdogan bi van daxuyaniyên xwe wekî fabrîqeya zarokan li jinan dinere. Ev nêzîkatiya desteserkirina bedena jinê û înkarkirina vîna jinê ye. Jinê tune dihesibîne û dixwaze wekî koleyê malê bidin xebitandin. Em vê helwesta dijminantiya jinê qebûl nakin û em bang li hemû jinan dikin ku li dijî hişmendiya ku jinan qetil dikin û mafê wan binpê dikin derkevin kolanan û dengê xwe bilind bikin."