Jinên Fransayê ew ê li dijî tecrîdê bimeşin

Li Fransayê Kolektîfa Neteweyî ya Mafên Jinan a ku gelek komele, sendîka û partiyên siyasî yên çepgir di nava wê de hene, wê li hemberî polîtîkaya tecrîd û qirkirinê ya dewleta Tirk di 20’ê Sibatê de bimeşin.

Çalakiya protestoyê ew ê di 20’ê Sibatê de saet di 17.30’an de li Qada Repûblîqûe ya Parîsê were destpêkirin. Banga çalakiyê ji aliyê Kolektîfa Neteweyî ya Mafên Jinan û Tevgera Jinên Kurd hate kirin.

Di banga hevpar de hate diyarkirin ku 50 jê jin, 260 girtî ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye.

Kolektîfa jinan diyar kirin ku greva birçîbûnê di 8’ê Mijdarê de ji aliyê parlementera HDP’ê Leyla Guven hatiye destpêkirin û got ku, “Tecrîd li dijî mirovayetiyê sûc e û li dijî peymanên Mafên Mirovan a Navneteweyî ye.”

Tevgerên jinan bal kişandin ser vî tiştî ku li Tirkiyeyê di rewşa awarte de 20 hezar girtiyên siyasî hene û di nav wan de parlementer û şaredar jî hene. Tevgerên jinan diyar kirin ku jin bûne hedefa vê pergala qirker û got ku, “Hemû komeleyên jinan, ajansa nûçeyan a jinan JINHA û kooperatîfên jinan hatin girtin. 3502 jê nexweş, herî kêm 9000 hezar jin di girtîgehê de ne.”

Di banga çalakiyê de hate gotin ku, “Leyla Guven berxwedan û cesareta jinên Kurd sembolîze dike. Divê em vê tecrîdê bişkînin û nerazîbûnê nîşanî vê pergala faşîst bidin. Şikandina vê pergalê tê wateya ku, ew ê rejîma qirker a Erdogan a li ser Kurdistanê jî were şikandin.”