Jinên femînîst ên li Parîsê destek dan berxwedanê

Jinên femînîst ên li Parîsê destek dan berxwedanê

Kolektîfa Jinê ya Piştevaniya Kobanê ya Parîsê, ku ji aliyê femînîstên li Fransayê ve hat avakirin, ji bo destekkirina berxwedana Kobanê hat Pirsûsê. Jinên di nav heyetê de gotin, "Jinên Kurd em li hev civandin" û ew hînî têkoşînê kirine. Parlamenter Aysel Tûglûk a heyet pêşwazî kir, ji jinê femînîst xwest, ku xeta hevpar a têkoşînê ava bikin.

Endamên Kolektîfa Jinê ya Piştevaniya Kobanê ya Parîsê, ji bo hin hevdîtinan bikin hatin Pirsûsê. Heyeta jinan a ji endamên Kolektîfê Brand Magdalena, Turkan Yildiz, Fauroux Clotilde, Atay Hazal, Ammour Samia, Baghali Hawzhin, Rostampour Samayeh û Samie Bertille, destpêkê hat avahiya DBP'ê ya Pirsûsê û der barê rewşa li Kobanê-Pirsûsê de agahî stend. Heyet li ber avahiya partiyê ji aliyê Parlamentera Serbixwe ya Wanê Aysel Tûglûk, Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan, Endama Desteya Bicihanînê ya KCD'ê Feleknas Ûca û endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Mehmet Dozyaz ve hat pêşwazîkirin.

JINÊN KURD EM ANÎN CEM HEV

Jinên di nav heyetê de cih digirin dan zanîn, ku têkoşîna jinê ya li Kurdistanê ew li hev civandine û destnîşan kir ku ew dixwazin têkoşîna li Kurdistanê ya jin bi awayekî aktîf tê de cih digirin bidin bihîstin û li her cihê biçinê, bidin nîşandan. Heyetê diyar kir ku di heman demê de ew dixwazin ji jinên li Kurdistanê têkoşînê hîn bibin û anîn ziman ku piştî hîn bûn ku jinên Kurdistanê xwe bi çi awayî bi rêxistin dikin, ew ê bi heman rengî li herêmên xwe, xwe birêxistin bikin. Jinan ragihandin ku ew destekê didin têkoşîna li Rojava û Kobanê û destnîşan kirin ku şoreşa Rojava ji bo wan û Kurdistanê hêviyeke.

DIVÊ XETA HEVPAR A TÊKOŞÎNÊ BÊ AVAKIRIN

Parlamentera Serbixwe ya Wanê Aysel Tûglûk jî da xuyakirin ku jin li Kurdistanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê berxwedaneke mezin nîşan didin û ji rêxistinên femînîst xwest, ku xeteke hevpar a têkoşînê ava bikin. Tûglûk ragihand ku çeteyên DAIŞ'ê ji bo jinan xeteriyeke gelekî mezin e û ji bo beralîkirina vê xeteriyê girîng e hemû jin têbikoş in. 

HETA SERKETINÊ WÊ TÊKOŞÎN DEWAM BIKE

Hevseroka Meclîsa Kantona Kobanê Faîze Abdîl jî spasiyên xwe pêşkêşî jinên hatine piştevaniya wan kir û bal kişand ser mîsyona jinan a li Kobanê. Abdîl diyar kir ku jinên Kurdistanî pêşengiyê ji şoreşê re dikin û heta serketinê ew ê têkoşîna xwe dewam bikin.

Heyeta jinan dûre gundên Miseynter û Mehser ên lê nobeda berxwedanê tê girtin, ziyaret kir.