Jinên Êzidî yên li Şengalê wê xwe bi navê TAJÊ birêxistin bikin

Di Konferansa Jinê ya 2. de ku ji hêla Meclîsa Jinên Şengalê ve 25’ê Îlonê pêk hatibû, jinên Êzîdî biryar standin ku xwe weke Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxan (TAJÊ) birêxistin bikin.

Encamnameya konferansa 2. a ku Meclîsa Jinên Şengalê 25’ê Îlonê li Çiyayê Şengalê pêk anî hate ragihandin. Di encamnameyê de tê diyarkirin ku Meclîsa Jinên Şengalê biryar girtiye ku xwe bi navê Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxanê birêxistin bike û meclîs hatiye avakirin bi mebesta alaya xwe hilbijêrin. Di konferansê de biryar hate dayîn ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têbikoşin.

Di Konferansa Jinê ya 2. de ku ji hêla Meclîsa Jinên Şengalê ve 25’ê Îlonê pêk hatibû, jinên Êzîdî biryar standin ku xwe weke Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxan (TAJÊ) birêxistin bikin. Di encamnameyê de hate gotin divê vegera li Şengalê were pêkanîn, bi lezgînî yekîtî û rêxistinî were kirin û di têkoşîndayinê de peywireke giran li ser jinan heye û, "di serî de parastina Şengalê rizgarkirina gundên ku nehatine rizgarkirin û avakirina Şengalê li benda me ye."

MECLÎSA KU JI 31 KESAN PÊK TÊ

Di daxuyaniyê de tê gotin meclîs ji 31 kesan pêk tê û rêveberî û koordînasyon wê ji meclîsê were hilbijartin.

"Konferansa me peymana me derxistiye holê ku hişmendiya me ya rêxistinbûnê, teşeyê rêxistinbûnê û avaniya me jî di nav de hîmên rêxistina me vedihewîne. Weke ku wê di peymanê de jî were diyarkirin, jinên Êzîdî alayeke ji bo xwe diyar kirine. Alaya me piştî ku li gor fikir û pêşniyaran rastkirinên hewce hatin kirin wê bi raya giştî re werin parvekirin." Hate diyarkirin ku konferans diyarî wan jinan hatiye kirin ku di têkoşîna dij DAIŞ’ê şehîd bûne.

Di encamnameyê de hate gotin, "sond û biryara xweparastinê ya ku wan xeyal dikir û dixwestin xwerêxistinbûna pêş bixîn û gel ber bi azadiyê ve bibin. Hevrêyên me Şehîd Bêrîvan Şengal, Şehîd Bêrîvan Arîn weke sembola berxwedanê a jinên Êzîdî hatine qebûl kirin û di şexsê Şehîd Gulçîn de şehîdên jin ên Medîbanê weke sembola tolhildan û wêrekiya li dijî dijmin hatine qebûlkirin."

Di encamnameyê de biryarên ku hatine standin bi vî rengî ne:

Em jinên Êzîdî ku li ser fikr û felsefeya Rêber Apo gihaştine fikra xwerêxistinkirinê, azadiya Rêber Apo li navenda têkoşîna xwe datînin û em dibêjin, azadiya Rêber Apo azadiya jinên Êzîdî ye.

Li dijî avaniyên serweriya zilêm û hişmendiyê li ser hîmê xeta azadiya jinê geşkirina têkoşînê; bipêşxistina rêxistinbûyina demokratîk, azadîxwaz, rêxistinbûyina civakî ya ku xwe dispêrê hêz û vîna gewherî.

Em weke jinan li ser hîmê xwerêxistiniyê di serî de xweparastin, di hemû qadên jiyanê ên wekî sosyal, ekonomî, dîplomasiyê de bi perspektîfeke hevpar xwerêxistinkirin û pêkanîna saziyê hewce û avakirina rêxistinbûyina wê.

Li hemû deverên ku civaka me ya Êzîdî lê heye di serî de bi jinên wê qadê re pêkanîna têkiliyên rêxistinî, bi mekanîzmaya hevpar û platforman pêkanîna rêxistinbûyina hevpar ku wê bi xwe re yekîtiya jinên Êzîdî bîne.

Têkilîbûn bi jinên Êzîdî re ku bi fermana dawî re neçar man ji Şengalê koç bikin û li cihê ku ew lê ne pêşxistina rêxistinbûyina wan; ji bo vegera li Şengalê pêkanîna rêxistina pêşeng a jinan û birêvebirina xebatên teşwîqkirina vê.

Ji bo li pey xwe hiştina berbelavbûna civaka me ya ku niha tê de û bêrêxistinbûyina wê di rêxistinkirina civakê de û di avakirina yekîtiya wê de weke jinan pêşengbûyin û pêkanîna rista xwe.

Weke civaka Êzîdî bi qasî yasayên navneteweyî û yên Iraqê destûrê didin, li ser bingeha bawerî û çanda xwe ya resen bidestxistina statuyeke siyasî. Li cihên ku yasa destûr nadin jî têkoşîndayina bi vê mebestê.

Weke civaka Êzîdî li dijî komkujiyên bêhijmar, koçberkirin û polîtîkayên asîmîlasyonê, ji bo ku ji hêla NY’yê ve were nasîn û parastin dayina têkoşînê û birêvebirina xebatên dîplomatîk.

Li dijî rêbazên dermirovî yên bi ser jinên Êzîdî û civaka wê de, ji bo jinan hişmendiya parastina gewherî û rêxistinbûyina vê jiyanî ye. Ji bo vê jî divê yekîneyên me yên parastina jinên Şengalê (YJŞ) werin xurtkirin û mezinkirin û hemû jin bi hişmendî parastina gewherî werin tijekirin û rêxistinkirin.

Çareserkirina pirsgirêkên tenduristî, ekonomî û kar ên jinên ku ji hêsîrbûnê xilas bûyin; bêyî ku ji civakê werin qutkirin proje û xebatên bêyî ku wê ji civakê qut bikin û bi tendiristî ev pevgihîn pêk were, bi desteka sazî û rêxistinên navnetewî pêkanîna sazî û rêxistinbûyinan.

Bi perspektîf û hewldana jinê pêkanîna ekonomiya komunal, rêxistinkirina qadên perwerdehî, tendiristî, sosyal û kulturî û avakirina saziyên van.

Pêşxistina xebatên perwerdehiyê yên jinê bi rêbazên dewlemend berbelavkirina vê."