Jinên Êzidî ji bo xwedîderketina li Şengal û Kobanê civiyan

Jinên Êzidî ji bo xwedîderketina li Şengal û Kobanê civiyan

Jinên Êzidî yên li bajarê Elmanya Emmerichê civiyan, piştgirî dan berxwedana li Şengal û Kobanê.

Komîsyona Jinên Êzidî, roja 12'ê Cotmehê li bajarê Elmanya Emmerichê li Mala Êzidiyan civiya.

Di civîna ji bo xwedîderketina li berxwedana Şengal û Kobanê hat lidarxistin de, li gel jinên Êzidî nûnerên ÛTAMARA û ji mizgefta Kleveyê gelek jin beşdar bûn.

Di civînê de berxwedana li Şengal û Kobanê ya li dijî êrîşên DAIŞ'ê hat silavkirin û banga xwedîderketina li vê berxwedanê li tevahiya civaka Kurd hat kirin.