Jinên Êzîdî bi aktîvîteyekê hatin gel hev
Jinên Êzîdî bi aktîvîteyekê hatin gel hev
Jinên Êzîdî bi aktîvîteyekê hatin gel hev
Navenda Jinan a Şaredariya Çinarê ji bo travmaya zarok û jinên Êzîdî dijîn derbas bikin bernameyan li dar dixe.
Navenda Jinan a Şaredariya Çinarê ji bo travmaya jin û zarokên Êzîdî yên ji ber komkujiya çeteyên DAIŞ'ê ji Şengalê reviyan û hatin navçeya Çinarê ya Amedê derbas bikin bernameyan organîze dike. Di bernameya li Parka Jinan pêk hat de bi sedan zarokan rûyê xwe boyax kirin û li salona lîstikê lîstin. Jinên Êzîdî jî bi Koma Erbaneyê ya Zarokan a Şaredariyê muzîk guhdar kirin.
Civaknasa Navenda Jinan Halîde Turkoglu, diyar kir ku malbatên Êzîdî nêzî du meh in li navçeyê bi cih bûne û di vê demê de ji bo hewcehiyên wan bi cih bînin xebat meşandin. Turkoglu, anî ziman ku bi jinên Êzîdî û zarokên Êzîdî re her tim di nava têkiliyê de bûn û wiha got: "Êzîdiyên hatin vir ji ber gefên komkujiyê bi travmayekê hatin. Mal û axa xwe terk kirin xizmên xwe winda kirin. Ew bi xwe jî di bin gefên komkujiyê de bûn. Ji ber pêşiya xwe jî neditîn travmayeke mezin jiyan. Em weke Navenda Jinan a Şaredariya Çinarê her tim bi wan re bûn û ji bo pirsgirêkên wan tespît bikin û ji holê rakin me xebat meşandin û xebatên me hê didomin. Şaredarî hewcehiyên wan ên li vir pêk tîne. Li gel hewcehiyên zilamên li vir bi cih bûn bi awayekî têkiliyê bi derve pêk tînin. Em bernameyan ji bo wan li dar dixin. Bi van bernameyan hem li hev tên û hem jî bi hev re têkîliyan pêş dixin. Armanca me ew e ku bi van bernameyan travmayên jiyane hinekî sivik bikin."