Jinên Dirbêsiyê li dijî tundiya li hemberî jinan meşiyan
Jinên Dirbêsiyê li dijî tundiya li hemberî jinan meşiyan
Jinên Dirbêsiyê li dijî tundiya li hemberî jinan meşiyan
Li Rojavayê Kurdistanê bajarê Dirbêsiyê, bi sedan jinên ji Dirbêsiyê û Ebû Rasên bi pêşengiya Yekitiya Star û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger li dijî tundiya li hemberî jinê meşiyan.
Meş bi dirûşma "Bi hevre li dijî desthiladariya mêr" ji ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger destpê kir. Jinên ku pankartên bi nivîsên "Gelê ku azadiyê dixwaze pêwîste jinên xwe azad bike","Kesên ku bixwazin jinên kurd nas bikin bela ji çiyayên Kurdistanê bipirsin" vekiribûn û bê navber dirûşmên li dijî tundiya li hemberî jinan berz kirin. Jin heta Mizgefta Hecî Siltan meşiyan. Beriya jin dawî li çalakiya xwe bînin Hevseroka Meclîsa Gel a Dirbêsiyê Edla Umer axivî û tundiya li dijî jinan şermezar kir. Edla Umer bal kişand ser berxwedan jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê û destnîşan kir ku azadiya civakê nêzîk bûye.
Piştî axaftinê jinan dawî li meşa xwe anîn.