Jinên dibêjin 'Aştî bi vî rengî nabe' dadikevin kolanan
Jinên dibêjin 'Aştî bi vî rengî nabe' dadikevin kolanan
Jinên dibêjin 'Aştî bi vî rengî nabe' dadikevin kolanan
32 saziyên jinan ji bo balê dikşînin ser şerê li Kobanê û desteka hikûmetê ya ji bo DAIŞ'ê şemezar bikin, bi dirûşma 'Aştî bi vî rengî nabe' çalakiyan lidar dixe.
Jinên ji 32 saziyên jinan û partiyên siyasî, bi pêşengiya Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê, di 28'ê Îlon roja Yekşemê de dadikevin kolanan.
Di daxuyaniya bi seravê "Ji bo Aştiyê, ji bo Kobanê, li dijî komkujiyan em piştevaniya jinê ya sînoran derbas dike dihûnin" a li ser mijarê de bal hat kişandin ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ji sê aliyan ve li dijî Kantona Kobanê.
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin:
'GEFA DAIŞ'Ê LI TEVAHIYA JINAN TÊ XWARIN'
"Û jin careke din li nava şer in, li ser rê ne, bedenên wan dîsa veguherîne qada şer. Jin, ji bo parastina malbat, cih û warên lê ji dayikbûne û mezin bûne rahiştine çekan û bang li her kesî kirin ku li dijî vê hovîtiyê rabin ser piyan.
Em jinên ev bang bihîstin, haya me jê heye ku DAIŞ û zîhniyeta desthilatdariyên wê xwedî dike, gefê li me tevan, li bedena me dixwin."
ÊRÎŞA LI DIJÎ KOBANÊ ÊRÎŞA LI HEMBERÎ PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ YE
Jinan dan xuyakirin ku êrîşa li hemberî Kobanê di heman demê de êrîşa li dijî pêvajoya çareseriyê ye û gotin, "Bi veguhastina şer ji bo başûrê sînor, aştî nabe! Bi zîhniyeteke ku çavê xwe li firotina jinan li bazarên DAIŞ'ê digire re aştî nabe! Ji ber vê yekê, li dijî mejiyê jinan qetil dike û dike kole, pêwîstî bi piştevaniyeke xurt a jinan heye."
Jinan dan xuyakirin ku ew ê li gelek bajarên Tirkiyeyê dakevin kolanan û der barê çalakiya li Stenbolê de ev agahî dan; "Di 28'ê Îlonê roja Yekşemê saet di 13:00 de em ê li Beşîktaşê bicivin û derbasî Kadikoyê bibin; saet di 13:30 de li Îskeleya Beşîktaş a Kadikoyê bicivin û ber bi avahiya AKP'ê ya Navçeyê ve bimeşin."
Rêxistinên jinan ên banga çalakiyê kirin ev in:
Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê, Jinên Anarşîst, ANKA LGBT, Kolektîfa Femînîst a Enqereyê, Platforma Jinê ya Enqreyê, Weqfa Çand û Hunerê ya Başak, Komeleya Piştevaniya Jinê ya Bodrûmê, Tevgera Jinê ya Azad a Demokratîk, Jinên ji Partiya Kedê, jinên ji GENEL-ÎŞ'ê, Komeleya Jinê ya Keskesor, Jinên ji Malên Gel, Meclîsên Jinê yên HDK-HDP, Komeleya Piştevaniya Jinê ya Îmece û Sendîkaya Karkerên Malê ya Îmece, Komîsyona Jinê ya Komeleya Mafên Mirovan, Komîsyona Jinê ya Şaxê Enqere yê ÎHD'ê, Kolektîfa Femînîst a Stenbolê, Kolektîfa Femînîst a Îzmîrê, Kooperatîfa Jinê ya Filmmor, Jinên KADAV'ê, Kolektîfa Keda Jinê, Pîrebokên Kampusê, Jinên KESK'î, Jinên Ciwan ên Azad, Koordînasyona Jinê-Platforma Yekîtiya Hêzê ya Sendîkayî, Kolektîfa Femînîst a Sosyalîst, Meclîsên Jinê yên Sosyalîst, Meclîsa Jinê ya Partiyajinû ve Rizgariya Sosyalîst, Jinên Redkarên Wijdanî, Komeleya Piştevaniya Jinê ya Mala Jiyanê, Jinên Demokrat ên Nû û Jinên Çep ên Kesk.